Di êrişa Tirkiyeyê de 3 jin birîndar bûn

  • 11:11 26 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa balafirên bê mirov û bi çek ya dewleta tirk li ser kargeha Zozan a li Dêrikê de 3 jin birîndar bûn.
 
Êrîşên dewleta Tirk li  ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Balafirên bê mirov û bi çek a dewleta tirk îro 2 caran kargeha mast û penêr a bi navê Zozan li bajarê Dêrikê a Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir.
 
Di encama bombebaranê de yek jê bi giranî, 3 jin birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyan. Her wiha zirarî madî jî çêbûn.