'Di pişika Rojînê de av nebû, mîde tejî xwarin bû'

  • 12:21 26 Cotmeh 2024
  • Rojane
AMED - Di rapora ku parlamenterê CHP’ê yê berê Gursel Tekîn derbarê Rojîn Kabaîş a piştî winda bû cenazeyê wê hate dîtin amadekiriye de ev tişt hatin gotin: “(…) Tê gotin ku di pişika Rojînê de av nebû, mîdeyê wê tejî xwarin bû û di nava xwîna wê de madeyekî anestezîk hebû.”
 
Cenazeyê xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîşê 18 roj piştî winda bûyî li perava Gola Wanê hatibû dîtin. Pişt re têkildarî lêpirsînê biryara “lêpirsînê” hate wergirtin. Pirsenîşanên têkildarî mirina Rojînê berdewam dikin. Bav Nîzamettîn Kabaîşê ji T24’ê re axivî wiha got: “Bijîjkekî ku tev li otopsiya keça min bû got ‘Heke mabe di nava avê de 6 rojan maye, 18 rojan mabûya da laşê wê belav bibe.”
 
Naveroka rapora ku parlamenterê CHP’ê yê berê Gursel Tekîn amadekiriye jî di nava nûçeyê de cih girt. Nûçe wiha ye: “Li gorî nûçeya Tekîn amadekiriye sînorê bakur ê kampusa Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê ku 32 hezar xwendekar lê dixwînin û sînorê gundê Bardakliyê ji ber bergirî û ewlehiyê hate girtin lê pişt re beşa hatibû girtin bi fermana rektor Hamdullah Şevlî hate vekirin. 
 
Ketin û derketina kampusê ku Rojîn lê winda bû dîsa daye vekirin. Li qada ku behsa wê tê kirin tu qûlubeyên ewlehiyê an jî personelên ewlehiyê lê nehatine bicihkirin. Her wiha muxtar Tevfîk Ûçar ê xwest ku sînorê bitêl were vekirin gelek îhaleyên karên avaniyê yên di nava kampusê de wergirtine. Ûçar kesekî ku dostaniya wî bi rektor Hamdûllah Şevlî re li Wanê baş tê zanîne. 
 
Têlên li ser sînorê Bardakliyê ji aliyê Rektoriya Zanîngehê ve hatine rakirin. Qada ku hatibû vekirin hêj jî vekiriye, kamera û peywîrdarên ewlehiyê jî lê nînin û hêj tu bergiriyên ewlehiyê jî nehatine wergirtin. Li gorî raporê ku di çapemeniya herêmî de jî derket, şûna midûrê ewlehiyê yê zanîngehê ku deh sal in li ser peywîra xwe bû ajokarê cîgirê rektor weke midûrê ewlehiyê hate tayînkirin! Ajokarê cîgirê rektor Mûrat Kayri, Dîlaver S. kirin midûrê ewlehiyê û ev mijar di çapemeniya Wanê de weke sosretê cih girtibû.’ 
  
Di rapora ku Tekîn amadekiriye de têkildarî karûbarên otopsiyê ev agahî cih girtin: ‘Agahiyên têkildarî ku li ser laşê Rojîn Kabaîş a hêj rapora wê ya otopsiyê ya fermî nehatiye ragihandin şopên derbê nînin ji bo balê belav bikin hatin ragihandin û hêj malbat nehatiye agahdarkirin. Tevî ku weke agahiyên destpêkê hat parvekirin ku di otopsiyê de şopa lêdanê nîne jî tê gotin ku di pişika Rojînê de av nîne, mîdeya wê tijî xwarin e û di xwîna wî de madeyekî anestezîk heye.’
 
Dema em raporê li ber çavan digirin em vê pirsê bipirsin… Heke Rojînê roja ku winda bû întîhar nekiribe ma ne diviyabû piştî 18 rojan mîdeyê wê vala bûya? Rektor weke di raporê de tê îdiakirin çima heta saet 04.00’an li nexweşxaneyê sekinî? Tê îdiakirin ku di otopsiyê de stûyê Rojînê şikestiye. 
 
Di raporê de peywîrên ku kesên nêzî rektor Hamdûllah Şevlî hatine ser jî cih digirin. Prof. Hamdûllah Şevlî dema li Zanîngeha Bazirganiyê ya Stenbolê ya taybet dixebitî di sala 2019’an de weke rektor tayînî Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê hate kirin. Her wiha du caran… Dema Fatma Betûl Sayan li Navenda Giştî ya AKP'ê seroka polîtîkayên civakî bû, weke alîkarê serokê wezîfe kir. Di hilbijartinên sala 2015’an de yek ji namzetên AKP’ê bû. Di hilbijartinên 2018’an de dîsa bû bernamzetê AKP’ê yê Wanê.”