Şêniyên Rojava li dijî şewata li Îmraliyê daketin qadan 2020-02-27 16:09:51   QAMIŞLO - Şêniyên Rojava piştî şewata li girava Îmaliyê, ji bo naskirina rewş û selametiya Abdullah Ocalan daketin qadan.   Bi sedan şênî li pêşiya navenda Komseriya Penaberan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Qamişloyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kom bûn.   Şêniyan wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakirin.   Tê payîn ku xwepêşandan li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo naskirina rewş û selametiya Abdullah Ocalan werin lidarxistin.