‘Em ê gumanbarê destdirêjiyê ji zanîngehên xwe bavêjin’

  • 09:04 26 Cotmeh 2024
  • Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Endama Federasyona Femînîstên Ciwan Îdîl Başoglu der barê destdirêjiya li zanîngehan û zextên li yurdên KYK’ê yên li ser xwendekarên jin de axivî û da zanîn ku zextên li zanîngeh û wargehan ji ber polîtîkayên AKP’ê pêk tên. Îdîlê banga mezinkirina têkoşînê li hemû jinan kir.
 
Zext û tundiya li ser jinan roj bi roj zêde dibe û qad li jinan tên tengkirin. Li malê, dibistan, kargerî, kolanan destdirêjî û tundî zêde dibe. Dema jin der barê gumanbaran de gilî dikin jî giliyê wan li ber çavan nayê girtin. Demên dawî de li wargehan û zanîngehan destdirêjî zêde dibe. Di rojên borî de li wargehên KYK’ê xwendekarên jin ji aliyê mêran ve hatibûn tacîzkirin. Li aliyê din jî li ser zanîngeha Munzurê polîtîkayên şerê taybet li ser jinan tê meşandin û gelek xwendekarên jin ji aliyê hîndakarê zanîngehê D.K ve hatibûn tacîzkirin.
 
Endama Federasyona Femînîstên Ciwan Îdîl Başoglu der barê tundî û destdirêjiya li ser xwendekaran axivîn û da zanîn ku zext ji ber polîtîkayên AKP’ê pêk tên, ji bo pêşîgirtinê jî tu tedbîr nayên girtin.
 
Zext ji ber polîtîkayên desthilatdariyê pêk tên
 
Îdîlê da zanîn ku zextên li ser xewndekaran ji ber polîtîkayên desthilatdariyê pêk tên û got: “Ji cil û bergan bigirin heta ketin û derketina wargehê mudaxale tên kirin. Ji bilî vê jî KYK ji xwe ji derveyê bajaran tên çêkirin. Di tariyê de li kolanan jin xwe ewle hîs nakin. Jin tên tacîzkirin. Ji bo pêşgirtîna van jî tiştek nayê kirin”
 
Gumanbar têkiliya xwe desthilatdariyê re bikar tînin
 
Îdîlê tacîz a li zanîngeha Munzurê li xwendekarên jin tên kirin bibîr xist û wiha dirêjî dayê: “Wek zanîngeha Munzurê li zanîngehên din jî akademîsyenên mêr jinan tacîz dikin. Dizanin pişta wan xurt in. Gumanbar dibêjin pişta me xurt e tiştek bi me nayê.”
 
Banga têkoşînê
 
Îdîlê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gumanbar têkiliya xwe ya bi desthilatdariyê re hêza xwe û cihê xwe bikar tînin û destdirêjiyan didomînin. Lê wê jin bi têkoşînê gumanbarên destdirêjiyê ji zanîngehan bavêjin. Divê jin xwe rêxistin bikin. Ez bang li hemû jinan dikim. Werin em bi hev re têkoşînê mezin bikin. Hûn tu carê ne bi tenê ne.”