Li Grava Îmraliyê şewat derket

  • 12:40 27 Sibat 2020
  • Rojane
Li Grava Îmraliyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê di girtîgehê de ye şewata daristanê derket. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; serê sibehê şewat derketiye û şewat li qada bi darên çamê û zeytûnan lê hebûne bi bandora bayê qiblê re gur bûye. 
 
Hat angaşkirin ku komên agirkujiyê ya Miduriyeta Daristanan û Şaredariya Bûrsayê ji bo mudaxeleyî agir bikin ketine nava tevgerê. Tê gotin ku dixwazin ev komên agirkujiyê dixwazin bi rêya behrê bigihînin Gravê û ji ber bahoza li deryayê keştî bi zehmet diçin û tên. 
 
Li aliyê din hat zanîn ku ji navçeya Golcuka Kocaeliyê keştiya leşkerî jî ji bo avreşînê dê biçe Gravê û ji Stenbolê jî helîkoptêrên vemirandinê hatine xwestin. 
 
Li gel Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim jî li Girtîgeha Îmraliyê girtî ne.