Li Grava Îmraliyê şewat derket 2020-02-27 12:40:42   Li Grava Îmraliyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê di girtîgehê de ye şewata daristanê derket. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; serê sibehê şewat derketiye û şewat li qada bi darên çamê û zeytûnan lê hebûne bi bandora bayê qiblê re gur bûye.    Hat angaşkirin ku komên agirkujiyê ya Miduriyeta Daristanan û Şaredariya Bûrsayê ji bo mudaxeleyî agir bikin ketine nava tevgerê. Tê gotin ku dixwazin ev komên agirkujiyê dixwazin bi rêya behrê bigihînin Gravê û ji ber bahoza li deryayê keştî bi zehmet diçin û tên.    Li aliyê din hat zanîn ku ji navçeya Golcuka Kocaeliyê keştiya leşkerî jî ji bo avreşînê dê biçe Gravê û ji Stenbolê jî helîkoptêrên vemirandinê hatine xwestin.    Li gel Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim jî li Girtîgeha Îmraliyê girtî ne.