Ji ber êrişan kantonên Cizîrê û Kobanê bê elektrîk in

  • 12:31 26 Cotmeh 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama bombebarana dewleta Tirk de hin stasyonên elektrîkê hatin hilweşandin û şêniyên kantonên Cizîrê û Kobanê bê elektrîk man.
 
Ji şeva 23’yê Cotmehê ve herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê artêşa Tirk ve bi tundî têne bombebarankirin. Di encamê de gelek navend û saziyên xizmetguzariyê hatin hilweşandin, her wiha zarok jî di nav de 17 welatî hatin qetilkirin û 53 jî birîndar bûn.
 
Di encama bombebrana li ser navendên xizmetguzariyê de, hin stasyonên elektrîkê, li kantonên Cizîrê û Kobanê  ji xizmetê derketin.
 
Hevseroka Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emel Xizêm ji malpera fermî ya Rêveberiya Xweser re axivî û diyar kir ku ti alternatîveke din ji bo peydakirina elektirîkê li herêmê tune ye û da zanîn ku ji ber xetên hatine armanckirin ên sereke ne.
 
Emel diyar kir ku ji ber berdewamkirina bombebaranê ew heta niha nikarin bighêjin wan stasoynan û sererast bikin.
 
Emel Xizêm destnîşan kir ku wan heta niha hin stasyonên ku sala derbasbûyî hatibûn armanckirin sererast nekirine, yên hatine sererastkirin jî di vê êrişê de hiweşiyan.
 
Desteya Enerjiyê ji bo nirxandina ziyanan û wergirtina tedbîrên pêwîst ji bo vegerandina elektrîkê hewildanên xwe berdewam dike, lê ji ber berdewamiya bombebaranê tîmên teknîkî nikarin bighêjin wan deveran.