11 penaberan di qezayê de jiyana xwe ji dest dan
- 11:29 26 Hezîran 2019
- Rojane
STENBOL- Li navçeya Merîç a Edîrneyê dolmîşa penaber lê siwarkirî qelibî û 11 kes mirin û û 30 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Merîç a Edîrneyê dolmîşa penaber lê siwarkirî berdestî sibehê qeza kir. Di qezayê de 11 kesan jiyana xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn. Piştî qezayê ambulansan sewqî cihê bûyerê kirin û mirî û birîndaran rakirin nexweşxaneyan. Her wiha dolmîşa ku 15 kes siwar dibin, 45 kes hatine siwarkirin.