'Gelê Kurd di Kobanê de têkoşîna dîrokî nivîsandin'

  • 10:03 1 Mijdar 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Hevseroka PYD'ê ya Helebê Ferîhe Ehmed têkildarî salvegera 1'ê Mijdarê Roja Rizgarkirina Kobanê da zanîn li dijî DAÎŞ'ê têkoşîneke behempa hat dayin û got:"Şervanên kurd, Gelê Kurd di Kobanê de têkoşîna dîrokî û destana lehengiyê nivîsandin."
 
Kobanê bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ'ê mîrateyeke mezin a berxwedanê ji cîhanê re hişt. Yekane bajarê ku DAIŞ'ê di sala 2014'an de êriş kiriyê lê nikaribûye dagir bike Kobanê ye. Bi vî rihê xwe yê têkoşer ji cîhanê re bû mînak. Kobanê xeteke nû di dîroka berxwedanê de xêz kir û DAIŞ têk bir. Her wiha bi gelên cîhanê re xeteke eniya enternasyonalîst ava kir. Piştî ku êrişên DAIŞ'ê hatin şikandin û şer bi serkeftinê bi dawî bû, li ser banga ronakbîr, hunermend, nivîskar û kesên xelata Nobelê girtine 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hat îlankirin.  
 
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokartik (PYD) Ferîhe Ehmed têkilarî 1'ê Mijdarê Roja Rizgarkirina Kobanê nirxandin kir. 
 
Berxwedana di Kobanê de hat meşandin
 
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokartik (PYD) Ferîhe Ehmed ku ji bajarê Kobanê ye axaftina xwe ji ajansa me re têkildarî roja cîhanî ya piştgiriya bi berxwedana Kobanê re kir û wiha pê de çû:"Em roja cîhanî ya hevgirtina bi berxwedana Kobanê re pîroz dikin. Her wiha pakrewanên ku di oxira rizgarkirina bajêr bi bîr tînin û hemû gelên ku helwestên xwe ji bo Kobanê nîşan dan silav dikin. Dema ku em bixwazin behsa vê rojê bikin divê em bipirsin çima ev roj hat îlankirin. Dêmek ji valatiyê nehatiye bûyer û dîrokên girîng hatin qewimandin heya ku ev berxwdan li cîhanê deng veda. Çiqas em bêjin hêza êrîşkirinê dijwar û giran bû lê hêjayî bilêvkirinê ye ku em bêjin berxwdana ku li hember wan çeteyan hat meşandin deh qatî ji hêza êrîşkirinê mezitir û bi cesaretir bû."
 
'Şervanên Kurd bi berxwedan bêhempa şer dan dewamkirin' 
 
Di dewama axaftina xwe de Ferîhayê wiha da diyarkirin ku DAÎŞ`ê ji bo cîhanê tevda tirsek bû lê li ser destê kurdan têk çûn û wiha domand:"Terora DAÎŞ'ê di cîhanê tev de bibû tirsek di nava gelan de xwe belav kiribû. DAÎŞ'ê bi cil û zihniyetên xwe yên reş û desthilatdar dihatin nasîn, tu dewletê nikarîbûn li dijî wan derketa lê bi saya berxwedana ku li Kobanê hat kirin, rastiya wan a qirêj eşkere bû. Ev yek bû sedem ku dewletên navneteweyî yekîtiyeke xwe ya xurt ava bikin û di bajarê Kobanê de şerê DAÎŞ'ê bikin. Li dijî wan şervanên Kurd bi berxwedan û bi israrek bêhempa şer dan dewamkirin û berxwedana xwe nedan terikandin û dengvedanek mezin li cîhanê derxistin pêş."
 
'Gelê kurd hebûna xwe îsbat kir'
 
Di domdariya axaftinê de wiha Ferîheyê got:"Cara yekem bû ku dewletên cîhanê yekitiya xwe ji bo piştgiriya gelê kurd dan avakirin ji ber di dirêjahiya dîrokê de hemû dewlet li ser Kurdan planên qirêj didan meşandin û heya niha ev sîstem û siyaset tê berdewamkirin. Bi berxwedana Kobanê re carek din gelê kurd di cîhanê de hebûna xwe dan îsbatkirin."
 
'Gelê Kurd di Kobanê de têkoşîna dîrokî nivîsandin'
 
Di dirêjahiya axaftina xwe de Ferîheyê da teqezkirin ku berxwdana Yekîneyên Parastina Gel (YPG),Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) pergala DAÎŞ`ê hejand û wiha got:"Şervanên kurd, Gelê Kurd di Kobanê de têkoşîna dîrokî û destana lehengiyê nivîsandin. Her wiha beşdariya şervanên jin di nava berxwedanê de ji bo çeteyên DAÎŞ`ê ne mirinek bû lê sed mirin bû ji ber ku çeteyên DAÎŞ'ê ji bo wan şermek mezin bû ku li ser destê jinan werin kuştin. Bi vê berxwedanê re cîhan ji terora DAÎŞ'ê hat parastin her wiha carek din hebûna kurdan hat îsbatkirin."
 
'Arîn Mîrkan bi çalakiya xwe vîna terorê şikand'
 
Ferîheyê da diyarkirin ku dema şerê li dijî DAÎŞ'ê hat kirin cesareta herî mezin jinan nîşan dan û wiha got:"Tarîtiya DAÎŞ û xeteriya wan di cîhanê de pir xuya bû lewma cesaret dihat xwestin ku şerê wan bê kirin. Ew hêz û cesaret jî di şervanên YPJ'ê de hat dîtin û mînaka herî ber bi çav Pakrewan Arîn Mîrkan bû ku bi vîn û biryardayineke xurt çalakiya xwe ya fedayî li dijî terora DAÎŞ'ê da meşandin. Erê gihişt asta şehadetê lê bi xwe re gelek terorîst kuşt her wiha îradeya wan da şikandin."
 
'Tirkiye dixwaze terorê zindî bike'
 
Di dawiya axaftina xwe de Ferîheyê da eşkerekirin ku dewleta Tirk bi berdewamkirina êrîşên xwe li seranserî herêmên Bakur-Rojhilata Sûriyeyê daxwaz dike bajarê Kobanê û gelek deverên din dagir bike her wiha carek din terora DAÎŞ'ê di Rojava de zindî bike û got:"Lê çawa ku bi vîn û berxwedana gel û şervana teror têk çûn wê carek din dewleta Tirk nikaribe li ser vê axê daxwazên xwe pêk bîne."