Bedena dibe qurban
- 09:05 1 Mijdar 2024
- Nîqaşên Jineolojiyê
Rewşa piştî cînayetê rewşeke girîng e. Piştî cînayeta namûsê, malbata jina hatiye qetilkirin nikare der barê kujer de gilî bikin û ceza bixwazin. Piştî sûc, dayika jina hatiye qetilkirin an jî zarok û xizmên wê nikarin li mafên xwe bigirin û pergaleke edaletê wisa tune ye. Der barê cînayetên jinan de her nûçe û agahî, bi jinan re rê li ber fikar, bêewlebûn û nezaliliyê vedike.
Beyan Ezîzî
Dema behsa bedena dibe qurban tê kirin em ji cînayetên namûsê diaxivin. Dema behsa cînayeta namûsê tê kirin, divê em behsa îşlikê bi xwîn yê Sarîna, bedena qels û mor a Hujan, bedena parçekirî ya Sergulê, guleyên serê Vedayê par çekiriye bikin. Kujerên Leîla û hemû jinên din hîna di nav me de digerin, diçin ser kar an jî nameya dadgehê dipên…
Li Rojhilatê Kurdistanê bedena jina bûye qruban, şahidê zindî yê newekheviyê ye. Zêdebûna tundiya li ser jinan, tenê li Kurdistan an jî Îranê pêk nayê. Tevî têkoşîna jinan çima îstatîstîkên cînayetên namûsê yên li Kurdistanê zêde ne.
Tevî vê em dibin şahidê ku li Kurdistanê tundî zêde dibe. Cînayetên namûsê (Honor Kîllîng) di nîqaşên mafê mirovan ên Neteweyên Yekbûyî û mijarên qanûnî û civakî de cih digirin. Cînayetên namûsê, cînayetên jinan dikeve çarçoveya komek mezin. Mexdûr jin in. Têkildarî faktorên cuda ne. Kengî em behsa cînayetên namûsê bikin divê em têkiliya wan a bi xizanî, siyasî, qanûn, hiqûq, qelsiya saziyên civakî, qelsiya komeleyên mafê jinan û tunebûna edaletê ya newekheviya zayendî û her wekî din ve girê bidin. Di vê navberê de divê em balê dikşînin ser teoriya kesîşîmsel (Intersectionality theory).
Teoriya kesîşîmler di nokteya ku avabûnên civakî bi navendên zextê re digihêjin hev, ev teorî cihê jin û jinên mexdûr vedibêje. Gelek madeyên qanûnî yên jinan dike bin mulkiyeta mêr hene; dema bav, bira, hevjîn jinê bikuje ceza nagirin. Ev qanûn di hema demê de cezayên bira û hevjîn kêm dikin. Di xalên 630. 295., 220., 226., 22. û her wekî din de jin wek kesa sûcdar a divê bê qetilkirin “Mahduru'd-Dam” tê dîtin. Qanûn di heman demê de pêşî li cezagirtina kujer digire. Ev xal û hukmên qanûnî nahêlin gumanbarên cînayetên namûsê ceza bigirin. Ev qanûn di heman demê de pêşî li darizandikeke adîlane digirin.
Rewşa piştî cînayetê rewşeke girîng e. Piştî cînayeta namûsê, malbata jina hatiye qetilkirin nikare der barê kujer de gilî bikin û ceza bixwazin. Piştî sûc, dayika jina hatiye qetilkirin an jî zarok û xizmên wê nikarin li mafên xwe bigirin û pergaleke edaletê wisa tune ye.
Der barê cînayetên jinan de her nûçe û agahî, bi jinan re rê li ber fikar, bêewlebûn û nezaliliyê vedike. Di vê rewşê de jin, di her tevgera xwe de tên darizandin, cezakirin û di alî psîkolojîk de tên binpêkirin. Di vir de mirov, belgeyek bedenî ye. Bedena mirov wek hêmayek civakî-çandî; wek bedena pîroz-qirêj, alav-beden û kirde-beden hatiye pêşniyarkirin û nirxkirin.
Di cînayetên namûsê de, jin wek bedena ne paqij davêjin derveyê malbat û civakê. Navbera kirde û qirêjbûnê de her tim pevçûnek heye. Berovajî bedena qehreman, bedena trajîk û bedena şervan, bedena bûye qurban a jinê, ji ber paqij nabînin ji aliyê civakê ve tê redkirin. Hem mêr, hem pergala siyasî ji bo otorîteya desthilatdariyê bê avakirin, beden li gorî rêbazên derve tên teşekirin.
Di salên dawî de li Îranê cînayetên namûsê û întîxarên jinan zêde bûn. Dîroka berxwedan û têkoşîna jinan hebûna wan aniye ziman. Lê civak di mijara ku bedena jinê bi giştî davêje derveyê xeleta bavkilasarî biser neketiye. Sazbûna siyasî ya desthilatdariyê astendariyên xwe raste rast nikare pêk bîne. Normên xwe bi hevkariya nasnameyên dixwaze bibîne normal dike.
Di tevgera Jînayê de ku bi hezaran jin hatin gel hev, li dijî hemû zextên li ser bedena jinê li berxwe dan. Me şahidiya vê kir. Kontrola li ser bedena jinê û rêbazên sînordarkirinê bi mirina Jînayê encam bû û li ser vê bûyerê dest pê kir û jin bi ‘Jin jiyan azadî’ daketin kolanan û têkoşîn meşandin.
Jin daketin kolanan û li dijî tasfiyekirin, qirêjkirin, qetilkirin, kontrokirin, surgunkirin û binpêkirinan derketin qadan. Mirina sembolîk a Jînayê navê hemû qurbaniyên jin dihewîne. Bertekên li dijî desthilatdariyan û tedbîr wê di dilê desthilatdariyê de nerehetiyê, fikaran biafirîne. Berxwedana jinan êdî muxalefeteke ku nedikarî bihata kontrolkirinê bû. Bûyera Jînayê aktîvîzm û pêşketina hilberîner a berê gelek caran hatibû çewisandin ji nûve zindî kir.
Ev nivîs ji hejmara 28’an a mijara dosyaya ‘Rojhilat’ a kovara Jineolojiyê hatiye girtin.
Ya ji farsî werger kiriye: Pune Aştiyani