11 penaberan di qezayê de jiyana xwe ji dest dan 2019-06-26 11:29:24   STENBOL- Li navçeya Merîç a Edîrneyê dolmîşa penaber lê siwarkirî qelibî û 11 kes mirin û û 30 kes jî birîndar bûn.    Li navçeya Merîç a Edîrneyê dolmîşa penaber lê siwarkirî berdestî sibehê qeza kir. Di qezayê de 11 kesan jiyana xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn. Piştî qezayê ambulansan sewqî cihê bûyerê kirin û mirî û birîndaran rakirin nexweşxaneyan. Her wiha dolmîşa ku 15 kes siwar dibin, 45 kes hatine siwarkirin.