Bi parastin û rêxistinbûnê ber bi 25'ê Mijdarê ve (1)
- 09:12 1 Mijdar 2024
- Dosya
Têkoşîna perperokan bi 'Jin jiyan azadî' geş dibe
Derya Ceylan
NAVENDA NÛÇEYAN - 25’ê Mijdarê wek Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî bi têkoşîna ku xwişkên Mîrabel li dijî dîktatoriya Rafael Trujîllo daye vejiya, hat îlankirin. Ji her çar alî cîhanê jin vê rojê tenê wek îlhama berxwedanê nabînin; bi tevgerên wek #MeToo, Ni Una Menos û Jin, Jiyan, Azadî têkoşînê dimeşînin.
25’ê Mijdarê her sal bi armanca ku li dijî newekheviya zayendî û tundiyê hişmendî bê avakirin tê pêşwazîkirin. Ragihandina vê rojê bingeha xwe ji têkoşîna xwişkên Mîrabel digire. Wêrekiya wan di têkoşîna jinên cîhanê de bû sîmge.
Têkoşîna xwişkên mîrabel di 1981’ê de li Başûrê Amerîkayê wek ‘Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî’ hat îlankirin. Di 1999’an de NY’ê bi fermî nas kir.
Di vê beşa dosyaya xwe de em balê dikşînin ser hêza têkoşîna rêxistinkirî ya tevgerên jinan.
Têkoşîna xwişkên Mîrabel ji bo jinên cîhanê bû çavkaniya îlhamê. Çîroka wan ya serhildanê bû sembola xurt a têkoşîna wekhevî û azadiya jinan.
Xwişkên Mîrabel kî ne?
Patria, Minerva û María Teresa yên wekî Xwişkên Mîrabal tên pênasekirin ji ber têkoşîna didan, di 1961'ê de ji aliyê diktator Rafael Trujillo yê Komara Dominikê bi rê ve dibir, hatin qetilkirin. Loma 25'ê Mijdarê Roja Xwişkên Mîrabal hatin qetilkirin di 1999'an de ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve wekî Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê hat îlankirin.
Mînerva Mîrabel: Pêşeng û şoreşger
Mînerva ya herî bal dikişand bû. Heman demê de parêzer bû. Temenê biçûk de li dijî dîktaroriya Rafael Trujîllo serî hida û yekem xwişka Mîrabel ya bi dîktatoriyê re hat rû hev bû. Di civînekê de pêşniyarên nebaş yên Rafael Trujîllo kir red kir û bi hêza zextxwir re hat rû hev. Piştî vê bûyerê Rafael malbata Mîrabel hedef girt.
Mînevar li zanîngeh û aliyê entelektuel keseke li dijî rejîmê hat nasîn. Ji ber zextên rejîmê nikaribû parêziyê bike. Tevî vê xebatên siyasî meşand û tu car dest ji berxwedanê berneda.
Patrîa Mîrabel: Pêşenga manewî
Patrîa di malbatê de oldar û bêdeng dihat zanîn. Di 1959’an de di gerekê de bû şahida zextên hikûmetê. Piştî vê biryara berxwedanê da.
Vê bûyerê bandorek giran li ser kir û jiyana xwe da ser têkoşînê.
Patrîa di tevgera şoreşê de bû pêşengek manewî. Ji bo wê têkoşîn ne tenê polîtîk heman demê de şerekî etîk û manewî bû. Tevî zextên Rafael Trujîllo wê berxwedan domand.
María Teresa Mirabal: Şervana ciwan
Marîa Teresa xwişka herî biçûk bû. Ewil ji tevgerê dûr bû. Lê nava demê de bi bandora Mînerva tevli têkoşînê bû. Ji bo azadiya jinan bû sembol. Temenê ciwan de tevli şoreşê bû. Azadî parast. Bi wêrekî û biryarbûna xwe nav ciwanan de bû sembol. Têkoşîna wê ji bo jinan bû mînak.
Tevgera 14’ê hezîranê û 'LasMariposas'
Xwişkên Mîrabel di ‘tevgera 14’ê hezîranê’ ku rêxistina berxwedana veşarî ya li dijî rejîma Rafael Trujîllo de cih digirtin. Vê tevgerê piştgirî dida têkoşîna şoreşger a li Komara Domînîkê. Xwişkên Mîrabel jî kesên girîng ên vê têkoşînê bûn.
Perperok û sembola berxwedanê
Xwişkên Mîrabel ku wek "LasMariposas" (Perperok) dihatin nasîn rol girtin û bi vî nasnavî girîngiya wan ya sembolîk a di tevgera şoreşê temsîl dikir. Armanca tevgera 14’ê hezîranê ev bû ku rejîma zextxwir a Rafael Trujîllo têk bibin û gelê Domînîkê azad bikin. Tevî hemû zextan xwişkên Mîrabel dest ji têkoşînê bernedan.
Komkujî û piştê wê
Xwişkên Mîrabel ji ber têkoşîna xwe gelek caran hatin girtin. Dîktator Rafael, bi girtina wan sînor nema û dest danî ser hemû malên wan. Xwişkên Mîrabel xayînên welat tên îlankirin. Li ser axaftina Rafael, di 25’ê Mijdara 1960’î de wesayîta xwişkên Mîrabel hat sekinandin. Xwişkên Mîrabel ji wesayîtê peya kirin, ewil tecawiz kirin û piştre bi îşkenceyê qetil kirin. Cenazeyên wan jî ji zinaran de avêtin. Dewlet û çapemeniyê jî îdia kirin ku qezaya trafîkê ye. Rafael Trujîllo piştî vê bûyerê çend mehan şûnde di 30’ê Gulana 1961’ê de bi suîkastekê hat qetilkirin.
Mîrateya xwişkên Mîrabel
Nasnavê yek ji xwişkên Mîrabel Perperok bû. Ji wê rojê şûnde ji bo her sê xwişkan navê ‘Perperok’ hat zanîn. Bi salan piştî qetilkirina wan di 1981’ê de Komxebata Jinan a Latîn Amerîkayê li Kolombiyayê hatin cem hev û 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta Li ser Jinê, îlan kirin. NY’ê jî di 1999’an de 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Şîdeta li Ser Jinê ya Navneteweyî îlan kir.
Ji 1980’ê heta niha bilindbûna tevgera jinan
Di salên 1980, 1990 û 200’î de li seranserê cîhanê tevgerên femînîst zêde bûn û têkoşîna mafê jinan her çû xurt bû. Bi taybet li Başûrê Amerîkayê gelek rêxistinên jinan ava bûn. Di 1993’an de NY’ê ‘Danezana Rakirina Tundiya Li hember Jinan’ qebûl kir.
Konferansa Jinan a Cîhanê ya Pekînê û Peymana Stenbolê
Di 1995’an de Konfernasa Jinan a Cîhanê ya Pekînê pêk hat û ev bû nokteya girîng a di têkoşîna mafê jinan de. Platforma Çalakiya Pekînê ya di konferansê de hat qebûlkirin li dijî tundiya li ser jinan banga têkoşînê kir û hikûmet di vê mijarê de xistin tevgerê.
Kongreya Latîn Amerîka û Karayîp a Jinan
Li paytexta Bogota a Kolombiyayê di navbera 18-21’ê Tîrmeha 1981’ê de Yekemîn Kongreya Jinan a Latîn Amerîka û Karayîp pêk hat û 25’ê Mijarê ku roja xwişkên Mîrabel hatibûn qetilkirin wek ‘Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li hember Jinan a Navneteweyî’ îlan kirin.
Peymana Stenbolê
Peymana Stenbolê di 2011’an de hat îmzekirin û di mijara têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de belgeya herî girîng a navneteweyî bû.
Tevgera Ni Una Menos
Li Arjantînê di 3’ê hezîrana 2015’an de tevgera Ni Una Menos (em ê yek jinek din kêm nebin) li dijî tundiyê protesto dan destpêkirin û li cîhanê belav bû.
Tevgera #MeToo
Li DYA’yê di 2017’an de tevgera #MeToo hat destpêkirin û li cîhanê li ser çapemeniya civakî belav bû.
Tevgera Las Tesis û performansa ‘Un Violador en Tu Camino’
Li Şîliyê di 25’ê mijdara 2019’an de kolektîfa hunerê femînîst Las Tesîs performansa ‘Un Violador en Tu Camino’ pêk anî û li dijî destdirêjî û tundiya li ser jinan protestoyek hunerî da destpêkirin. Performans demek kurt de li cîhanê belav bû û bû sembolek xurt a jinan.
Tevgra Çarşema spî
Li Îranê di 2017’an de jinan li dijî qanûnên ferzkirina laçikan çalakî dan destpêkirin. Çalakiya ji aliyê MasîhAlînejad ve hat destpêkirin demek Kurd de li ser çapemeniya civakî li hemû cîhanê belav bû.
Women’sMarch (Meşa Jinan)
Li DYA’yê di 21’ê Çileyê 2017’an de piştî merasîma sondxwarinê a Donal Trump jinan meş pêk anîn û meha herî mezin a girseyî derbasî dîrokê bû.
Greva Jinan a Neteweyî: ‘Un Día Sin Nosotras’
Li Meksîkayê jinan di 9’ê Adara 2020’î de dest ji kar berdan û bi dirûşmeya ‘Un Día Sin Nosotras’(bê me rojek’ grev da destpêkirin. Bi bandora grevê re li Meksîkayê greva giştî hat destpêkirin û jinan hêza xwe danî holê.
Protestoyên Sarah Everard
Di 2021’ê de li Qraltiya Yekbûyî jina 33 salî Sarah Everard ji aliyê polîsekî ve hat revandin û qetilkirin. Vê bandorek mezin kir û li Londonê çalakiyên protestoyî pêk hatin.
Jîna Emînî û tevgera ‘Jin jiyan azadî’
Li Tehran a Îranê di 16’ê îlona 2022’an de hêzên girêdayê hikûmetê jina bi navê Jîna Emînî (Mahsa Amînî) bi îşkenceyê qetil kirin. Li ser vê li seranserê welat çalakiyan destpê kir û veguherî serhildana gel. Dirûşmeya van protestoyan ‘Jin jiyan azadî’ bû. Berxwedana jinan li Îranê bi lez mezin bû û li qada navneteweyî jî belav bû.
Sibehê: Teoriya Gul û xweparastin