Hevserokên HDP'ê: Em hêvî dikin ku cejin bibe wesîleya aştiyê

  • 11:17 4 Hezîran 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temelli cejna Remezanê li gel pîroz kirin. 
 
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Pervîn Bûldan û Sezaî Temelli bi munasebeta Cejna Remezanê peyamek weşandin. 
 
Peyama Cejna Remezanê wiha ye:
 
"Em li gel hemû cudahiyên xwe, têkoşînê didin ku cejnên ji me re wek mîras hatine hiştin, bi dilekî aram, li gorî ruhê cejnan ê civakî pîroz bikin. Cejna Remezanê, bi wateya xwe ya terbiyekirina nefsê û bi têkoşîna li dijî neheqî û zilmê digihîje armanca xwe. Cejna Remezanê hestên aştî, aramî û yekîtiyê û avakirina siberojeke azad di nav xwe de dihewîne."
 
Em dikarin cejnan li gorî ruhê wê û wateya wê ya rasteqîn pîroz bikin. Em dikarin aştiyeke bi rûmet û jiyaneke hevpar û wekhev ava bikin. Em dikarin siberoja xwe li ser esasên demokrasî, azadî û aştiyê ava bikin. 
 
Li dijî şer û pevçûnê, em aştî û aramiyê dixwazin. Em tenê ne ji bo xwe, ji bo her kesî jiyaneke, adil û azad dixwazin ku her kes bikaribe bi baweriya xwe, bi çanda xwe, bi zimanê xwe bijî. Têkoşîna me ji bo pêkanîna vê yekê ye û dê her berdewam bike. 
 
Berxwedana Leylayan gihaşt qonaxa serfiraziyê. Em bi saya vê têkoşînê, bi dilekî aram pêşwaziya cejnê dikin. Em bi hêvî ne û ev hêvî wê me serfiraz bike. 
 
Bi hêviya ku bibe wesîleya aştiyeke bi rûmet, di nav gelan de wekheviyê û aramiyê mayînde bike, em Cejna Remezanê ya gelên xwe û ya alema Îslamê pîroz û bimbarek dikin."