Mizgîn Ehmed: Mafê me ye ku em DAÎŞ'yan li ser axa xwe bidarizînin

  • 09:19 4 Hezîran 2019
  • Rojane
Roj Hozan-Şêrîn zêrevan
 
HESEKÊ - Li Kampa Holê nêzî 73 hezar koçber, penaber û endamên DAÎŞ'ê dimînin. Saziyên alîkariyê yên navneteweyî ji ber ku alîkariyek têrê bike nakin loma rêveberiya xweser bi derfetên xwe hewl dide ku pêdiviyan bînin cih. Têkildarî mijarê Şêwirmenda Rêveberiya Xweser Mizgîn Ehmed got:"Li dijî DAÎŞ a ku tirsa hemû cîhanê bû me şer kir. Me bedel da.  Loma mafê me ye ku em DAÎŞ'yan li ser axa xwe bidarizîne."
 
Di sala 2013'an de çeteyên DAIŞ'ê berê xwe dan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di encamê de gelek herêm û bajar ketin bin kontrola wan. Wekî, Minbic, Tebqa, Reqa û herî dawiyê jî Dêrezor êdî di bin pergala DAÎŞ'ê de bû. Çeteyên DAIŞ'ê gelek zilm û zorî li ser mirovan didan meşandin û herêma ku diket bin destê wan ji bilî rengê reşiyê tiştekî din nedihat belavkirin. 
 
Çeteyên DAIŞ'ê yên ku di lîsteya terorê de li cîhanê navê wan derbas dibe û tevahî cîhan jê ditirse, heta niha tu hêz nikarîbû li ber van çeteyan li ber xwe bide. Li gelek dewletên Ewropayê teqîn çê dibûn û ev teqînan DAIŞ'ê digirte ser milê xwe, ji bo wê jî metirsiyeke mezin di cîhanê de dabû çêkirin. Bi derketina şervanên QSD'ê Hêza Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara tunekirina vê terorê girtin ser milê xwe. Bi bîr û bawerîyeke mezin  ku divê êdî aramî ji bo gelan were pêşxistin û herêmên Sûriyê ji terora DAIŞ'ê were paqijkirin ev yek jî gihaşt encamên xwe.  
 
Bi destpêkirina pêngava dawî ya bagera Cizîrê ya ji aliyê QSD'ê ve, ji bo rizgarkirina gundewarên Rojhilatê Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ'ê, hejmarek mezin ji koçber û malbatên çeteyên DAIŞ'ê berê xwe dan kampa Holê ya ku 45 k.m dikeve Rojhilatê Kantona Hesekê. Bi dawîbûna pêngavê re hejmara koçberan di nav kampê de gihaşt zêdetirî 73 hezar kesî di nav de penaberên Iraqî, koçber û malbatên çeteyên DAIŞ'ê.
 
Ji bo naskirina rewşa kampa Holê ya ku  piraniya xwe çetên  DAIŞ'ê dimînin û zehmetiyên ku tên kişandin Endama Rêveberiya kampa Holê Hemrîn Hesen rewşa jiyanî li kampê da  nasîn. 
 
'Li kampa Holê barê herî giran peydakirina pêdîviyan e'
 
Endama Rêveberiya kampa Hol Hemrîn Hesen wiha axivî: "Ji destpêka avakirina kampa Holê hejmara koçberan 9000 bûn, ji herêmên cûda yên Sûriyê û Iraqê koçî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne. Piştî 12'ê meha çileyê dema ku şer li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Baxoza Dêrezorê  giran bû gelek sivîl û malbatên çeteyên ku ji Baxozê derketin û xwe radestî hêzên QSD'ê kirin li kampê hatin bicihkirin. Niha jî hejmar gihaştiye 73 hezar kesî, ji wan 31 hezar û 500 xelkê Sûriyê ne, 30 hezar û 700 Iraqî ne û kesên biyanî yên ku tevlî DAIŞ'ê bûne hejmara wan 11 hezar û 206 kes in ev hejmara mezin hemû piştî şerê Baxozê li kampê bi cih bûne, ev yek jî zehmetiyan bi xwe tîne di milê peydakirina pêdîviyên jiyanî, çadirên tê de dimînin, zû bi zû peyda nedibûn  û  derfetên me jî pir kêm bûn tevî vê yekê jî alîkariya rêxistinên mirovahî pir lewaz e dîsa barê herî giran dikeve li ser milê xweseriyê."
 
'Texmîna me ne bû ku hejmar ewqas zêde ye'
 
Hemrîn Hesen wiha dewam kir: "Ji ber ku hejmar pir bû tenê 35 hezar kes me  dikarîbû di nava kampê de bi cîh bikin. Em niha jî mecbûr man 2 fêzên din jî vekin, fêzên ku ewqas hijmar pêşwazî bike heye niha hin malbat hene kon ji wan re nehatina peydakirin ji bo wê jî di konê pêşwazîkirinê de dimînin, texmîna me nebû ku hejmar ewqas zêde ye. Di aliyê dan û standinê de jî, çeteyên ku herî dawiyê hatine yên Baxozê ne, ji ber mêjiyê wan teng e  pir zehmetî hene. Heta niha ji bo kapma Holê gelek pêdîvî pêwîst in."
 
Ji aliyê nirxandinên rewşa diplomasî û mijara darizandina van çeteyên DAIŞ'ê yên ku li kampa Holê dimînin  her wiha  bandora wan li ser aboriya herêmê Şêwirmenda Rêveberiya Xweser Mizgîn Ehmed şîrove û nirxandin kir.  
 
'Rêveberiya xweser li gorî derfetên xwe rewş diyar kir'
 
Şêwirmenda Rêveberiya xweser Mizgîn Ehmed wiha nirxandinên xwe kir: "Ev demeke dirêj e şerekî giran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin herî dawiyê jî şerê li Baxozê bû şerê tûnekirina DAIŞ'ê, bidawîbûna vî şerî hejmarek mezin ji çeteyan hatin xwe radestî şervanên QSD 'ê kirin û li kampa Holê hatin bicihkirin. Li gorî vê rewşê jî pir zehmetî hatin kişandin ji ber me bawer nedikir ku hejmar ewqas zêde ye. Tenduristiya kesên ku ji Baxozê derketin pir xerab bû û hejmara herî mezin jî jin û zarok bûn. Nexweşiyên ku di Baxozê de bi wan re çêbûbûn pir giran bûn ev bû sedem ku em pir zehmetiyan bijîn. Rêveberiya Xweser jî li gorî derfetên xwe ev pirsgirêk hewl da ku çareser bike."
 
'Çeteyên DAIŞ'ê dixwestin xeyalên xwe zindî bikin'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Mizgîn Ehmed bal kişand ser fikrê ku di mêjiyê van çeteyan de hatiye bicihkirin û xeyalên wan bi vegera dewleta islamî û wiha domand: "Zehmetiyên ku bi van çeteyan re jî derbas bûne hene, birdoziya xerab, fikra talankirî, wêrankirî, serjêkirin piraniya xwe fêrî vê yekê bûne. Derketina wan jî ji Baxozê li ser esasê ku wê vegerin dewleta xwe ya Îslamî ji nû ve ava bikin, ji bo wê jî wan qebûl nedikir derbasî holê bibin, tenê digotin em ê çend rojan li gel we bimînin û biçin dewleta xwe. Ji bo wê jî em di rewşeke hesas de bûn psîkolojiyeke xerab tim êrîş dikirin û dixwestin birevin. Wek Rêveberiya Xweser xebatek cidî  di mijara ewlekariyê de me da meşandin û li gorî wê jî şert û mercên ku me li kampa Holê dane rûniştandin wê ev çete hêsan tevlî ne bin, ev giraniyek di milê ewlekariyê de bi xwe re anî gelek ji van çeteyan caran çalakiyên tevlî heviyê di kampê de çêdikirin, wekî mirovekî bêje ez li hemberî te şer dikim çawa îro ez ê di bin kontrola te de bijîm, li gorî destpêkê niha hîn sakîn in."
 
'Di warê aborî de tengaviyên cidî hene'
 
Mizgîn Ehmed destnîşan kir li ser zehmetiyên aborî yên ku bandora xwe li ser aboriya herêmê dike û wiha dibêje: "Di aliyê aborî de bi rastî wekî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê em di rewşekê de ne ku hîn şerê me bi dawî nebûye, ji bo wê jî derfetên me ji bo xwedîkirina van çeteyan kêm in, ji ber tenê kampa Holê li gel me nîne, bi dehan kampên penaber û koçberan hene, wekî kampa Erîşa, Mebrûka, Roj û Newroz her wiha kampên cuda li hemû herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê hene. Ev koçber  bi tevahî berê xwe dane herêmên me û wekî cihekî bi ewle ji xwe re hilbijartine. Ev yek pir bandorê li ser aborîya herêmê dike, aliyekî din jî a vê pirsgirêkê heye rêxistinên mirovahî yên ku pêdîviyan pêşkêş dikin ji bo kampa Rojê û Holê dibêjin ku ev çeteyên DAIŞ'in em alîkariyê ji bo wan pêşkêş nakin ev yek dihêle ku barê me jî giran bibe, ev mijara tengasiyê di aliyê aborî de derdixe pêş."
 
'Divê çeteyên DAIŞ'ê li ser xaka Bakur û Rojhiatê Sûriyê werin darizandin'
 
Di mijara darizandina van çeteyan de Şêwirmenda Rêveberiya Xweser Mizgîn Ehmed da zanîn ku darizandina çeteyên DAIŞ'ê daxwaza me ye û divê dewletên navnetewî vê daxwaza me pêk bîne û wiha axaftina xwe dom kir: "Di darizandina van çeteyan de em wek gel mafdar in. Ji ber çeteyên DAIŞ'ê li herêmên me şer kirin û bajarên me xera kirin xwestin guhertinek fikrî, demografî û siyasî çêbikin, ev fikir jî îro li ser destê şervanên QSD'ê pûç bû. Di 21'ê adarê de tunekirina wan di warê leşkerî de çêbû, lê di warê fikrî de hîn tûne nebûne. Li beramberî şerê terora ku tevahî cîhan jê ditirsiya me bi deh hezara bedel dane ev mafê me yê ku em  van çeteyan li ser axa xwe bidin darizandin."
 
'Di mijara darizandinê de divê Kurdên Êzidî jî beşdar bibin û xwedî nêrîn û biryar  bin'
 
Mizgîn Ehmed  diyar kir ku dive Kurdên Êzidî  yên ku êş ji DAIŞ'ê kişandiye di mijara darizandina wan de bibe xwedî biryar û wiha axaftina xwe domand: "Di nava daxwaza me de dibe ku hindek welat jî mijara darizandina DAIŞ'ê di nava xwe de nîqaş dikin. Bertekên wisa ji gelek dewletan hatin wekî Fransa, Siwêd lê tu kesî ji wan diyar nekir ku wê ev darizandin li ku çê bibe, lê em dixwazin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava vî gelî de çêbibe, ji ber du armancên me yê esasî hene,  destpêkê ev gel rastî êşa DAIŞ'ê hat divê ev gel bi xwe biryara wan bide, a din jî bi hezaran jinên Êzîdî ji nav destên wan hatin rizgar kirin. Divê Kurdên Êzidî jî di vê biryarê de xwedî nêrîn be û were ji wan hesab bipirse. Bi hezaran jinên Êzidî li bazaran dihatin firotin, her wisa li Baxozê jî heya niha 300 jin û zarokên Êzîdî ji baxozê tenê me derxistine wê çaxê divê Kurdên Êzidî jî hesab ji van çeteyan bipirse. Tevî vê yekê jî heya niha daxuyaniyeke fermî ji bo  ku ev çete Ii ser vê xakê werin darizandin tune ye."
 
'Hêza me heye ku em bi xwe çeteyên DAIŞ'ê bidin darizandin'
 
Mizgîn Ehmed di nava axaftinên xwe yên  li ser mijara darizandina çeteyan de balê dikşînê ser hêza Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dadkirina van çeteyan de û wiha dibêje: "Mijara darizandina van çeteyan dozeke navnetewî ye, ne tenê pirsgirêka welatekî ye. Ji sala 2014, 2015'an de bi sedan DAIŞ  di zindanên me de hene û li gorî zagonên li dijî terorê ew hatine darizandin û cezayê xwe jî girtine. Rast e hêjmar zêde ye, lê  dadmendiyên me jî  hêza wan heye. Tiştê ku niha kêm e em bêtir zagonên navnetewî yên darizandina terorê hîn bêtir nas bikin. Bingeha me heye em dixwazin wê bingehê bi wan re pêş bixin ev yek jî dibe di riya hevdîtinên siyasî bi welatan re yên ku welatiyên xwe yê çete li gel me hene, a din jî me grubeke parêzer amade kirine zagonên navnetewî lêkolîn dikin ku xwe li ser wî asasî amade bikin."
 
'Rêxistinên civakî dikare kesayetan ji nû ve ava bike'
 
Şêwirmenda Rêveberiya Xweser Mizgîn Ehmed di dawiya axaftina xwe de  dibêje divê çeteyên ku werin darizandin piştî ku  dadmendiya xwe xelas bikin vegerin welatê xwe eger ev jî nebû projeyên me ji bo ji nû ve avakirina mirovan hene û wiha dawî li axaftina xwe anî:  "Em di vî welatî de dijîn hîn  xeterî li ser welatê me heye. Ya herî muhim û esasî ji bo ev çete di darizandinê de derbas bibin em ê hewildanên xwe hîn xurtir bikin. Herî dawî jî eger tu kes  xwedî li çeteyên xwe derneketin  ev yek dûrî texmîna me ye, lê em her tiştî di ber çav re bigirin. Eger ev yek wisa ma mijara ku van kesan ji nû de tevlî civakê bikin projeyên me hene mînak li qampa Rojê  hêjmarek jin û zarok ji sala 2016 'an de tê de dijîn, ji bo ji nû de avakirina keseyatên rast  ji zarokan re dibistan hatine vekirin, ji jinan re  perwerde û semînerên li ser xwe nasîna kesayeta rast a jin û rûniştandina mefhûmê azadiya jin di mêjiyê wan de xebatek girîng tê meşandin. Ji bo ev kes beşdarî civakê bibin û wekî mirovên normal êdî bijîn, tedbîra me jî heye." 
 
Di milê rewşa tendirustiyê a li kampê û kêmahiya peydakirina dermanan Endama Komîteya şopandinê  Heyva Sor a Kurd li kampa Hol, Delal Ismail nerîna xwe ji mere parve kir.
 
'Dive rêxistinên mirovahî alîkariya dermanan bikin'  
 
Delal Ismail da zanîn ku ji ber kêmbûna peydakirina dermanan gelek zarokan jiyana xwe ji dest dan û wiha got: "Ev nêzî 2 meh û nîv Heyva Sora a Kurd li kampa Holê xizmeta koçberan dike û barê herî giran ji milê tendirustiyê de girtiye li ser milê xwe û her cûreyên nexweşiyan li gorî derfetên xwe hewl dikin ku derbas bikin. Beşên me jî pir in beşê dermarkirina zarokan, nexweşiyên jinan û nexweşiyên hundirîn û niha projeya me heye ku em nexweşxanekê li kampa holê vekin. Dema kesên ku ji Baxozê derketin berê xwe dane holê rewşa wan pir zehmet bû û nexweşiyên wan jî pir bûn, ev bû sedema ku gelek zarokan jiyana xwe ji dest dan. Ji aliyekî din ve  pirsgirêka me yê esasî niha peydakirina dermana ye, divê rêxistinên mirovahî alîkariyê hîn bêtir ji me re  bike û ji bo em bikarin vê hijmarê mezin ji koçeberan  derman bikin."