Havva Gezen:Cejna ewil a bê kurê min

  • 09:13 4 Hezîran 2019
  • Rojane
AMED - Zulkuf Gezen bi armanca tecrîdê protesto bike dawî li jiyana xwe anîbû. Dayika wî Havva Gezen wiha got: “Min dixwest ku ne tenê Zulkuf, hevalên wî jî ligel me bûna ev mizgînî bi me re bigirtana. Ev cejna ewil a bê kurê min e. Ez cejna hemû hevalên wî yên têkoşînê pîroz dikim.”
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin, li ser banga Abdullah Ocalan 200 roj şûnde hat bidawîkirin. Zulkuf Gezen di vê pêvajoyê de bi armanca tecrîdê protesto bike, di 17’ê Adarê de li girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 2'yem a Tekîrdagê dawî li jiyana xwe anî. Dayika wî Havva Gezen got ev cejna ewil a bê kurê wê ye û got ew cejna hemû hevalên Zulkuf ên têkoşînê pîroz dike.
 
‘Kurdên xwe nas nake, bila xwe nas bikin’
 
Havvayê destnîşan kir ku ew naxwaze ciwan bimirin û got bi hezaran ciwan ketin bin axê û wiha pê de çû: “Kurdên xwe nas nakin bila xwe nas bikin. Ev ciwan çima dawî li jiyana xwe tînin. Bila ji xwe bipirsin. Ne tenê ji bo xwe ji bo hemû gelê xwe jiyana xwe ji dest didin. Ji bo ku wek gelên din azad bijîn ciwan bedelê didin.”
 
‘Em zarokên xwe tu car ji bîr nakin’
 
Havvayê her wiha bi lêv kir ku ew bi kurê xwe serbilind e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em çûn ser gora wî û me mizgînî dayê ku grev bi dawî bûye. Min dixwest kurê min jî ligel me bûna. Çiqas serê me bilind be jî kezeba me dayikan dişewite. Em tu car zarokên xwe ji bîr nakin. Bila serê gelê Kurd, Rêberî û girtiyan sax be. Ji girtiyan gelek name hatin. Bila li qusurê me mêze nekin, me nikaribû bersiv bida. Em ji vir spasiyên xwe ji bo wan dikin.”
 
Havvayê di dawiya axaftina xwe de got cara yekem bêyî kurê xwe cejnê derbas dike û got: “Ne tenê Zulkuf me dixwest hemû hevalên wî ligel me bûna. Me bi hev re ev mizgînî bigirta. Ez cejna hevalên têkoşînê yên kurê xwe pîroz dikim. Di serî de ya Rêbertiyê, yên zindanê, Nasir Yagiz û hemû kesên navê wan nayê bîra min pîroz dikim.”