Dayikên Berxwedêran: Bi rihê serhildana zarokên xwe em cejnê pêşwazî dikin
- 09:11 4 Hezîran 2019
- Rojane
Sara Şêx Hesen
HELEB - Bi boneya Cejna Remezanê Dayikên Berxwedêran ên Taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê diyar kirin ku ew ê her bi zarokên xwe serbilind bin û wiha gotin: "Bi rihê serîhildanê yê cangoriyên azadîyê em vê cejnê pêşwazî dikin û em hêvî dikin ev cejin ew ê bibe sedema rizgarkirina Efrînê."
Dayikên Berxwedêran bi boneya Cejna Remezanê zarokên xwe yên berxwedêr bi bîr anîn û gotin:"Zarokên me ji bo gelê Kurd cejnên xwe di nava aramiyê de derbas bikin canê xwe feda kirin. Dilê me ew ê her dem bi wan re be."
'Em ê her dem şopdarên têkoşîna şehîdên xwe bin'
Dayîka Berxwedêr Abo Diwan, Emîne Mislên cejna Remezanê li hemû gelê Kurd pîroz kir û got: "Em bi hêvî ne ku sala bê serokê me di nav me de be. Em dixwazin aştî û azadî bê. Em dixwazin li welatekî azad bi Serokê xwe re bijîn. Em ê biçin ser gora şehîdên xwe ku em cejina xwe bi wan re pîroz kin, bi têkoşîna wan em gihaştin vê rojê. Em ê her dem şopdarên têkoşîna şehîdên xwe bin."
'Efrîn Efrîna me ye em ê teqez rizgar bikin'
Her wiha Dayika Berxwedêr Serac Ferîde Nasan hestên xwe ji bo Efrînê wiha anî ziman û got : "Dem derbas dibe û em dûrî ax û gorazarokên xwe ne, Erdogan gorê şehêdên me zarokên me hemû bi balafiran topbaran kir. Efrîn Efrîna me ye kîjan rojê be em ê vegerin. Efrîn Efrîna me ye em ê teqez rizgar bikin."
'Divê gelê Kurd bibe yek û li dijî neyarên xwe derkevin'
Dayika Berxwedêr Remedan Xedîce Şêxo got: "Em misliman in lê mislimantî nayê weteya kuştin û talankirinê. Erdogan ne misliman e. Banga min ji wijdanê her kesî re ku Erdogan were mihasebekirin. Ji bo gelê Kurd cejnên xwe bi dilekî aram pêşwazî bike divê neyarên me negihêjin armancên xwe yên qirêj. Divê gelê Kurd bibe yek û li dijî neyarên xwe derkevin."
'Serokê me ronahiya çavê me ye'
Her wiha dayika du berxwedêran Hûrîyê Qasêm got: "Ez dixwazm û hêvî dikim ku ez serokê xwe bibînim ew ronahiya çavê min e li wî tê azadî. Serokê me ronahiya çavên me ye û em dixwazin di cejnan de Serokê me li gel me be."