Zeviyên gelê Hesekê tên şewitandin

  • 09:08 4 Hezîran 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî-Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Derbarê zeviyên gelê Hesekê yên tê gotin ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve tên şewitandin Hevseroka Şaredariya gel a bajarê Til Temirê Zeyneb Eyo got:"Ji bo rê li tevliheviyan vebe em texmîn dikin ku ev zeviyana ji aliyê DAÎŞ'yan ve tên şewitandin. Tê xwestin ku keda gel a bi salan vala derxînin. Lê em ê her piştigiriyê bidin gelê xwe û nehêlin  ku çete bigihêjin armanca xwe."
 
Li Bajarê Til Temirê yê girêdayî Hesekê ye li dora 1500 donim zeviyên çandî yên gel hat şewitandin. Li gor agahiyên hat bidestxistin tê gotin ku yên zeviyên gel dişewitînin DAÎŞ'î ne. Têkildarî mijarê de Hevseroka Şaredariya gel a bajarê Til Temirê Zeyneb Eyo diyar kir ku ji bo aramiya gelê Kurd bi dawî bibe hemû tişt tên kirin û wiha got:"Armanca dijmin ew e ku rihê jiyana hevbeş û komînal lawaz bike, lê dema şewatek çêdibe gundî bi rihekî hevbeş agir vedimrînin û banga agirkujê dikin. Em jî wekî şaredariya gel diyar dikin ku agirkuj her di xizmeta gel de ye. Em dev ji piştigiriya ji bo gel bernedin."
 
'Dixwazin tevlihevî çê bibe lê ew ê bi ser nekevin'
 
Zeynebê diyar kir ku agirê bi zeviya tê xistin bi armanca pêşxistina tevliheviyê tê pêxistin û wiha got: "Ji bo binxistina pirojeya Netewa Demokaratîk şaneyên razayî di tevgerê de ne, di heman demê de  çete di milê leşkerî de hatin tune kirin lewma îro wekî şaneyên razayî di nava civakê de tev digerin û zeviyên cotkaran ku keda wan a salane ye dişewtînin da ku tevliheviyê pêş bixin û moralê cotkaran ne baş bikin. Dixwazin tevlihevî çê bibe lê ew ê bi ser nekevin. Cotkar ji bo xwedîkirina zarokên xwe û debara di nava tevgerê de ne. Lê tê xwestin ku keda wan vala bê derxitin. Lê em ê hîn zêde piştgiriyê bidin cotkaran."
 
'Bi şewitandinê jiyana hevbeş û komînal hedef tê girtin' 
 
Zeynebê bal kişand ser rihê jiyana hevbeş û komînal a di nava civakê de û got: "Armanca dijmin ew e ku rihê jiyana hevbeş û komînal lawaz bike, lê dema şewatek çêdibe gundî bi rehekî hevbeş agir vedimirînin û bang agirkujê dikin. Em di rewşekê de ne pêwistiya me bi hişyariyê heye, ji bo ku cotkar bikaribe parastina zeviyên xwe bike pêwistî bi parastinê û bi piştgiriyê heye. Bi şewitandinê jiyana hevbeş û komînal hedef tê girtin. Lê em ê destûrê nedin ku dijmin bigihêje armanca xwe."