'Sûriye mîna berxa di nava koma guran de ye'

  • 09:04 4 Hezîran 2019
  • Rojane
Ronîda Hacî / Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Hevseroka PYD'ê ya Hesekê Rîm Idrîs geşedanên dawî ku li herêmê rû didin û kaosa Sûriyeyê nirxand. Rîmê got:"Sûriye mîna berxa di nava koma guran de ye."
 
Derbarê geşedanên dawî de Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Kantona Hesekê Rîm Idrîs nirxandin kir. Rîmê got:"Hêzên wekî Rûsya, Îran û Tirkiye kaosê gurtir dikin. Tekane riya çareserkirina kaosa Sûriyeyê azadiya Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan e."
 
'Têkoşîna me ji bo hemû gelan e'
 
Rîmê bi lêv kir ku li hember gelên li Sûriyeyê rojane tifaq û komplo ji aliyê dagirkeran ve tê avakirin û wiha got: "Gelên li Sûriyeyê her dem dibe qurbana tîfaqên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê. Eger li ser rewşa Idlibê de lihevkirin çêbibe û eger bê xwestin jî hêzên QSD 'ê amade ne ku bi hawara gel ve biçin û kirîzê li wir çareser bikin. Idlib jî parçeyek ji Sûriyê ye. Têkoşîna me ji bo hemû gelan e."
 
'Di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de nakokî'
 
Rîmê diyar kir ku di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de nakokî hene û wiha pê de çû:"Niha di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de li ser vekişandina leşkerên Tirk ji Idlibê, nakokî hene. Bi vê yekê hem Rûsya hem jî Tirkiye dixwazin para xwe ji Sûriyeyê bigirin. Sûriyeyê wekî nanekî li hev par dikin. Tirkiye di nava xwe de krîzek mezin dijî û dê dawiyê li ber ba biçe."
 
'Çarenûsa Sûriyê bûye di destê Rûsya û Tirkiyê de'
 
Rîmê diyar kir ku Rûsya, Îran û Tirkiye naxwazin gelên li Sûriyeyê derbarê siberoja xwe de bibin xwedî biryar û wiha dewam kir: "Çi tîfaqên ku derheqê gel û xaka Sûriyeyê de tê girtin Rêjîma Sûriyeyê pê netêkildar e Rûsya, Îran û Tirkiye li gorî berjewendiyên xwe kaosa Sûriyeyê gurtir dikin û derbarê Sûriyeyê de biryaran didin. Mînaka wê jî Efrîn e. Bêdengiya Rêjîma Sûriyeyê şermeke dîrokî ye, va ye Sûriye hember çavên wê tê parçekirin."
 
'Êrîş li hember Projeya Netewa Demokratîk e'
 
Rîmê bal kişand ser kiryarên Dewleta Tirk û hevkarên wê ên li dijî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: "Kiryarên dijmin ên li hember herêmên rizgarkirî têkçûna wan diyar dike. Bi têkoşîna QSD'ê bi hezaran kes ji komkujiyê hatin parastin û Projeya Netewa Demokratîk hate rûniştandin ku maf û îradeya hemû netewan hembêz dike. Loma Tirkiye Rûsya û Îran vê yekê qebûl nakin. Ew naxwazin demokrasî û aştî pêk bê. Ew tenê ji bo berjewendiyên xwe dixebitin."
 
'Çareseriya kaosa Sûriyeyê bi azadiya Rêber Ocalan  pêkan e'
 
Rîmê bang li hêzên hegemonîk kir ku ji xaka Sûriyeyê derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çareseriya kaosa Sûriyeyê bi azadiya Rêberê mirovahiyê Abdulla Ocalan pêkan e. Divê Rêjîma Sûriyeyê nebe hevkarê Rûsya û Tirkiyê û xaka Sûriyeyê biparêze."
 
'Leyla Guven jina berxwedêr e'
 
Her wiha Rîmê herî dawî bal kişand ser encamên çalakiya greva birçîbûnê û wiha bi dawî kir:"Rîmê dest nîşan kir ku kuştina jinan di vê dema dawî de polîtîkayên li dijî hêza jinan e û wiha dom kir: "Leyla Guven li seranserî cîhanê deng veda û bi têkoşîna xwe zincîrên tecrîdê şikand. Çalakiyên greva birçîbûnê ku bi pêşengtiya Leyla Guven dest pê kir gihaşt armanca xwe. Leyla Guven jina berxwedêr e. Leyla Guven mohra xwe li dîrokê xist û rûpeleke nû di dîrokê de vekir."