ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2019'AN
- 09:00 4 Hezîran 2019
- Rojev
*Jinên wargeha Şehîd Ristem Cûdî (Mexmûr) derbarê Cejna Remezandê de hestên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Em cejna tevahî Gelê Kurd û Serokê xwe pîroz dikin." DÎMEN HEYE
*Hevsroka PYD'ê ya Hesekê Rîm Idrîs geşedanên dawî ku li herêmê rû didin û kaosa Sûriyeyê nirxand. Rîmê got:"Sûriye mîna berxa di nava koma guran de ye."DÎMEN HEYE
*Derbarê zeviyên gelê Hesekê yên tê gotin ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve tên şewitandin Hevseroka Şaredariya gel a bajarê Til Temirê Zeyneb Eyo got:"Ji bo rê li tevliheviyan vebe em texmîn dikin ku ev zeviyana ji aliyê DAÎŞ'yan ve tên şewitandin. Tê xwestin ku keda gel a bi salan vala derxînin. Lê em ê her piştigiriyê bidin gelê xwe û nehêlin ku çete bigihêjin armanca xwe."
* Dayikên Aştiyê Meryem Soylu, Perîhan Karayil û Nazîme Yurek bi minasebeta Cejna Remezanê wiha gotin: “Me tu carî hêviyên xwe winda nekir. Em ê zorakên xwe hembêz bikin. Ev diyariya herî bi watedar e.” DÎMEN HEYE
* Bi boneya Cejna Remezanê Dayikên Berxwedêran ên Taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê diyar kirin ku ew ê her bi zarokên xwe serbilind bin û wiha gotin: "Bi rihê serîhildanê yê cangoriyên azadîyê em vê cejnê pêşwazî dikin û em hêvî dikin ev cejin ew ê bibe sedema rizgarkirina Efrînê." DÎMEN HEYE
* Zulkuf Gezen bi armanca tecrîdê protesto bike dawî li jiyana xwe anîbû. Dayika wî Havva Gezen wiha got: “Min dixwest ku ne tenê Zulkuf, hevalên wî jî ligel me bûna ev mizgînî bi me re bigirtana. Ev cejna ewil a bê kurê min e. Ez cejna hemû hevalên wî yên têkoşînê pîroz dikim.”DÎMEN HEYE
* Di çandiniyê de ku jin kedek mezin didin, li ser erdan rengê binpêkirina kedê, şer û krîza aborî serdest e. Jinên bi salane li ser erdên tufrengan dixebitin diyar kirin ku şertên xebatê bi salane neguherîne û wiha got: “Mêr rûdinin em dixebitin. Dîsa jî keda me nayê dîtin.”
DÎMEN HEYE
*Li Edliyeya Anadolu ya Stenbolê dadger Mehmet Yoylu mudaxaleyî kinbûna etekê parêzera jin kiribû. Parêzer Yelda Koçak da zanîn ku ev mudaxale ji rewşa welat ne serbixwetir e û got: “ Parêzerên jin jî para xwe ji bayê li dijî jinê digirin. Em di hemû dozên îstîsmar, cînayet û êrîşên zayendî yên li hemberî jinê de mînakên ‘Di wê saetê de çi karê te li wir hebû. Te çima wisa li xwe kir.’ dibînin.”DÎMEN HEYE
* Goristanên HPG û YJA-STAR'yan ên li Gundê Sisê yê Licê gelek caran hatin texrîbkirin. Malbatên ku di roja erîfeyê de çûn ser goristanên zarokên xwe û dîtin ku dîsa goristan hatine texrîpkirin wiha gotin:"Goristanên zarokên me jî têra me dikir lê gorên zarokên me jî nehiştin. Xwedê dijmenekî wiha nede tu kesî."DÎMEN HEYE