HDP'yan serdana goristanên Dicle û Licê kirin

  • 17:11 3 Hezîran 2019
  • Rojane
AMED - Rêxistina HDP'ê ya Amedê bi munasebeta cejna remezanê serdana goristanên têkoşerên azadiyê yên li Dicle û Licê kirin.
 
Rêxistina HDP'ê ya Amedê bi munasebeta cejna remezanê serdana goristanên têkoşerên azadiyê yên li Dicle û Licê kirin. HDP'yên ku qurnefîl danîn ser gorên Gundên Sîsê û Pirejmanê li vir deqeyek rêz girtin û soza berdewamiya têkoşîna demokrasiyê dan. 
 
Licê
 
Bi pêşengiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê û  MEBYA-DER'ê bi munasebeta cejna remezanê serdana goristanên têkoşerên azadiyê yên li Licê hat kirin. Endamên Rêxistina HDP'ê, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, Rêvebirên HDP'ê yên Licê, Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) çûn serdana goristanan. Li ser goristanê rêz hat girtin û dua hatin xwendin. 
 
Remziye Tosun axivî û got:"Kesên ku li camiyan qala olê dikin tên goristanên têkoşeran hildiweşînin. Heger îro Hz. Muhammed sax ba kesên ku vê zilmê li goristana dikin ji umeta xwe qebûl nedikir. Em cejna hemû şehîdan û malbatên wan pîroz dikin."
 
Piştî duayan malbatên zarokên wan jiyana xwe ji dest dane û heyeta tevî Remziye çûn serdana malbatên girtiyan. 
 
Dicle
 
Navnîşanek din a ku têkoşerên azadiyê hatin bibîranîn yek jê Gundê Pirejmanê yê Dicleyê bû. Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik, Parlamentera HDP'ê Saliha Aydeniz, aktivîstên TJA'yê, rêvebirên Yenişehir, Dicle û Egilê beşdarî serdanê bûn. Di serdana goristanê de rêz hat girtin û dua hatin xwendin. 
 
'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'
 
Hulya Alokmen û Saliha Aydeniz têkoşerên azadiyê bi bîr anîn û soza têkoşîna serîhildanê dan. 
 
Serdan piştî xwendina duayan bi dawî bû.