Yekem dewreye perwerdeya Jîneolojiyê ya jinên enternasyonal dest pê kir
- 15:09 3 Hezîran 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Li gundê Gundor ê Amûdê yekem dewreya perwerdeya jîneolojî ya jinên enternasyonal bi navê Şehîd Malda ya ji 20 jinan pêk tê, dest pê kir.
Li akademiya jinolojî li gundê Gundor a navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê yekem dewreye perwerdeya jîneolojî ya jinên enternasyonal bi navê şehîd "Malda" bi 20 jinan dest pê kir. Di dewreya perwerdeyê de tenê jinên biyan ên bi destpêkirina şoreşê berê xwe dan Rojava cihê xwe digirin. Waneyên ku di perwerdeyê de werin dayîn wê bi giştî li ser mijara cûreyên zanista jinolojî be.
Berî vekirina dewreyê deqeyek rêz ji bo têkoşerên azadiyê hat girtin. Paşê axftin hatin kirin. Li ser navê jinên enternasyonal Bêrîvan Qereçox wiha axaftin kir: "Wekî jinên enternasyonal em pir kêfxweş in ku îro em kom bûn û di nava jinên şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêk anîn de cihê xwe digirin. Em ji van jinan hêz û moral digirin xwesteka me bû em tevlî têkoşîna jinên Rojavayê Kurdistanê bibin. Di perwerdeya me ya yekem de em dixwazin zanista jinê rast nas bikin û wek jinên ji hemû deverên cîhanê tekoşîna xwe ji bo azadiyê dewam bikin."
Her wiha Endama rêveberiya akademiyên Jîneolojiyê Zozan Sîma ji bo tevlîbûna van jinan wiha axaftin kir: "Cara yekeme hejmareke ji jinên enternasyonal akademiya xwe didin avakirin. Ev yek ji bo me gaveke dîrokî ye. Têkoşîna me jî wek têkoşîneke enternasyonalîst dest pê kir ev têkoşîn hem ji bo rizgarkirina gelê Kurdistanê bû hem ji bo rizgariya mirovahiyê bû. Ev bi Şoreşa Rojava hîn bêtir şênber bû. Fikra jîneolojiyê jî wek temamkirina bingeha vê yekê ya zanistî bû di aliyê jinên cîhanê de jî hat himbêzkirin. Îro li hemû welatan fikrê jîneolojî çiqas li Kurdistanê tê belavkirin û hembêzkirin li wan deran jî tê hembêzkirin. Jinên ku tevlî vê perwerdeyê bûne em wan pîroz dikin û dibêjin hêviya me serkeftin e."
Paşê koma jinên enternasyonal stran gotin, her wiha sinevizyonek li ser xebatê jîneolojî û jinên şoreşê hat pêşkêşkirin. Koma jinan berî ku bernameyê xwe bi dawî bikin helbest li ser azadiyê jinê xwendin.
Bernameya vekirina dewreya jinên enternasyonal bi dirûşma 'Jin jiyan azadî 'hat bidawîkirin.