Malbat ji bo di Cejna Remezanê de biçin Îmraliyê serlêdan kirin
- 11:42 3 Hezîran 2019
- Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên li Îmraliyê bi armanca di Cejna Remezanê de biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê xizmên xwe ziyaret bikin bi rêya parêzerên xwe di saetên serê sibê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbata Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên siyasî Hamili Yildirim, Omer Hayri Konar û Veysi Aktaş bi rêya parêzerên xwe serlêdan kirin û xwestin di Cejna Remazanê de biçin Îmraliyê û xizmên xwe ziyaret bikin.