Derbarê jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa T ya Amedê de lêpirsîn
- 11:14 3 Hezîran 2019
- Rojane
AMED - Derbarê hemû jinên girtî yên ji Girtîgeha Tipa E ya Amedê sewqî Girtî ya Jinê ya Tîpa T ya Amedê hatin kirin de bi hinceta stran gotine û propagandaya rêxistinê kirine ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve lêpirsîn hat destpêkirin.
Greva birçîbûnê ya ku ji aliyê Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven hatibû destpêkirin bi banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû bidawîkirin. Piştî çalakiyên grevê bi dawî bû şûnde derbarê hemû jinên girtî yên ji Girtîgeha Tipa E ya Amedê sewqî Girtî ya Jinê ya Tîpa T ya Amedê hatin kirin de bi îdiaya ku dirûşmên "Bijî Serok Apo","Dê Kurdistan ava bibe" berz kirine û stran gotine ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin.
Têkildarî lêpirsînê de hat diyarkirin ku divê girtî di nava 3 rojî de parastina xwe bikin. Ger wiha neyê kirin dê bê wê wateyê ku girtiyan dev ji mafên xwe yên parastinê berdane.