Mala Ciwanan a Nisêbînê hîbeyî Perwerdeya Neteweyî hat kirin

  • 09:26 3 Hezîran 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Mala Ciwanan a girêdayî Şaredariya Nisêbînê ya ku ji sedî 77 ji aliyê HDP'ê ve hat girtin, ji aliyê qayyim ve hîbeyî Perwerdeya Neteweyî hat kirin.
 
3 sal berê bi rewşa awarte û bi biryara KHK'yên ku hatin dayin qayyim tayînî şaredariyên herêmên Kurdan hatibûn kirin. Yek ji şaredariya ku qeyyum hatibû tayinkirin jê Şaredariya Nisêbînê bû. Piştî hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê şûnde Şaredariya Nisêbînê  ji sedî 77 ji aliyê HDP'ê ve hat girtin. Piştî ku Şaredarî şûnde hat girtin şûnde hat diyarkirin ku qeyyum 34 milyon deyn li dû xwe hiştiye. 
 
Dê di derbarê 34 milyon deyn de daxuyanî bê dayin
 
Piştî ku şaredarî ji qayyim hat girtin şûnde bi teblîgata ku ji aliyê qeymeqemtiyê hat girtin du polîs her dem li ber deriyê şaredariyê nobedariyê digire. Tê axaftin ku ew ê deynên ku qayyim li dû xwe hiştiye hîn zêde bibe. Hevserokên şaredariyê diyar kirin ku dê di derbarê 34 milyon deyn de daxuyanî bê dayin. Her wiha hat diyarkirin ku du parqên ku li navenda bajêr in û aîdî şaredariyê ne dane îhaleyê. 
 
Mala Ciwanan a Nisêbînê hîbeyî Perwerdeya Neteweyî hat kirin
 
Tê payin ku peymana îhaleyê ya parkên Bariş û Mûsa Anter bên betalkirin. Hat diyarkirin ku Mala Ciwanan a Nisêbînê hîbeyî Perwerdeya Neteweyî hat kirin. Nayê zanîn ku çi bi alavên li hundur Mala Ciwanan hatiye kirin.