Di rapora qeyûm de hewldana veşartina nelêrêtiyan!

  • 09:17 3 Hezîran 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Di rapora faliyetê ya 2018’an ya ji aliyê qeyûmê tayînê şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve hatiye amadekirin de derket holê kuji 23 serokatiyên daîreyan cih nedaye xebatên 13 heban.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê piştî hilbijartinên 31’ê Adarê ji qeyûm hat girtin û dawiya nelêrêtiyên dema qeyûm nayên. HDP’ê şaredarî bi dolabên miftekirî, belgeyên li holê tune û bi mîlyonan deyn girt û ji bo lêçûnên di dema qeyûm de hatine kirin jî lêkolîn tên kirin.
 
Rapora Faliyeta sala 2018’an ya şaredariyê , her rupela wê mirovan matmayî dihêle. Şaredariya ku 23 serokatiyên Daîreyên wê hene, di rapora faliyetê de tenê cih dane xebatên 10 daîreyan, cih nedan lêçûnên wê. Dîsa di rapora ku xebatên 13 daîreyan cih negirt, beşa lêçûnan cih girt.
 
Di raporê de 10 serokatiyên daîreyê yên cih girtine wihane:
 
*Serokatiya Daîreya Xizmetên Piştgiriyê
 
*Serokatiya Daîreya Ciwan û Jinan
 
*Serokatiya Daîreya Kontrol û Parastinê ya Derdorê
 
*Serokatiya Daîreya Xurtkirina Aboriya Herêmê
 
*Serokatiya Daîreya Karê Fen ê
 
*Serokatiya Daîreya Karê Tenduristiyê
 
*Serokatiya Daîreya Îtfayê
 
*Serokatiya Daîreya Zabiteyê
 
*Serokatiyê Daîreya Xizmetên Navçeyê
 
*Serokatiya Daîreya Xurtkirina Aboriya Herêmê
 
*Serokatiya Daîreya Perwerdekirin û Çavkaniyên Mirovan.