‘Girtiyên rewşa wan giran ên sewqî nexweşxaneyê nehatin kirin, fikaran zêde dike’
- 09:16 3 Hezîran 2019
- Rojane
Rengîn Azîzoglu
AMED - Ji Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê Parêzer Gîzem Mîran dîmenên derbkirina girtiyên di grevê de bibîr xist û wiha got: “Ev tenê nîşan dide ku pêvajo bi awayekî dijhiqûqî pêk tê. Nesewkirina girtiyên nexweş ji bo nexweşxaneyê bi fikare.”
Girtiyên bi daxwaza rakirina tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kiribûn piştî banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li çalakiya xwe anîn. Piştî grev bi dawî bûn gelek kes birin nexweşxanê û piranî jî li girtîgehan hatin dermankirin. Di sewk kirina nexweşxaneyê de gelek binpêkirin jî hatin jiyîn. Di çûyîn û anînê de girtî rastî derbkirina cendermen û gardiyanan hatin.
Baroya Amedê, OHD, ÎHD, TIHV, TTB, SES û TUAY-DER di nav de roja grev bidawî bûn krîza maseyê ava kirin û pêvajo şopandin. Seroka Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê û Rêvebera navenda Giştî ya OHD’ê parêzer Gîzem Mîran der barê binpêkirinên piştî bidawîbûna grevan de axivî.
Gîzemê destnîşan kir ku piştî dawîbûna greva birçîbûnê çûyîn û hatina girtîgehan pêk hatine û wiha got: “Li gelek girtîgehan daxwazaneme hat dayîn ku grev jî bidawî bûn. Ji bo dermankirina wan, me bi îdiareyê re hevdîtin kir. Me got divê sewqî nexweşxaneyan bê kirin. Lê îdareyê got ‘ewil em ê kontrol bikin, em ê testa xwînê bikin, ger hewce bibînin em ê bibin nexweşxanê.’ Me bi hevalên TTB’ê re hevdîtin kir û wan jî got divê hemû girtî sewqî nexweşxaneyê bên kirin û gotin kontrola li nexweşxaneyên kampusa girtîgehê têr nakin.”
‘Dermankirina bi kelepçe sûc e’
Gîzemê bi lêv kir ku TTB’ê serlêdan kiriye ku heyetek serbixwe rewşa girtiyan bişopîne û der barê dermankirina wan de peywirê bigirin û wiha axivî: "Lê serlêdanan encam negirt. Heyetan bi hekîmên li girtîgehan hatin peywirdarkirin, bi çend hekîmên ji nexweşxaneyên dewleta herêmê hatine kontrol kirin. Girtiyên rewşa wan giran hatin sewkirin. Piştre jî yên din kontrola wan ya xwînê hat kirin. Li gorî vê sewk kirinê wan hatin kirin. Yek ji pisgirêka herî zêde em pê re hatin rû hev dermankirina bi kelepçe bû. Me xwest dest ji vê pêkanînê berdin. Lê wisa nekirin. Dermankirina bi kelepçe sûc e. Di protokol û rêziknameyan de jî tê dîtin ku ev sûc e. Pêvajo krîtîke. Bi destpêkirina xwedîbûna girtiyan re dibe di beden gelek semptom peş bikevin. Nesewkirina girtiyên rewşa wan giran bi fikare. Divê hemû rayedar peywir û berpirsyariya xwe bînin cih.”
‘Derbkirina girtiyan nîşaneya dijhiqûqiyê ye’
Gîzemê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wan xwestine girtiyên nexweşxanê ziyaret bikin lê destûr nedane vê û bi dawî axaftina xwe anî: "Dîmenên ku girtî dihatin derbkirin derketin holê. Ev tenê nîqaş dide ku pêvajo bi awayekî dijhiqûqî pêk tê. Der barê mijarê de bi dozgerê girtîgehê re hevdîtin hat kirin. Got wê tiştên pêwist bike û şopandina vê ya hiqûqî ji ser serlêdanek sûc be wê. TTB’ê ji roja ewil de ji bo girtiyan lîsteyek diyetê amade kir. Me bi hemû girtîgehan re parve kir. Girtiyan diyar kirin ku rêveberiyê gotiye wan lîste amade kiriye û vê wê pêk bînin. Lê tevî ez ne xebatkareke tenduristiyê me jî em dizanin ku kesên 100 rojî tiştek nexwarine nikarin xwarinên bi biharat bixwin û tiştekî hişk bixwîn.”