Zarokên bi xebatê cejnê pêşwazî dikin
- 09:12 3 Hezîran 2019
- Rojane
AMED - Li Amedê zarokên divê di erefeya cejnê de dan û standinê bikin û bilîzin, li bazaran di bin roja bi tîn de hemaliyê dikin, avê difroşin an jî kartonan kom dikin.
Li welat karkeriya zarokan her diçe zêde dibe. Beriya Cejna Remezanê li bazaran û nokteyên firotinê yên cejnê de zarokên dixebitin balê dikşînin. Zarok ji bo 3,5 lîra qezenc bikin û piştgiriyê bidin malbata xwe karton, pet û poşetan kom dikin.
‘Ava sar a wek cemedê heye’
Li her derê bazarê zarok di destê wan de petên avê û banga ‘ava cemidî heye’ dikin. Di qerebalixa bazarê de zarok bi hewldaneke mezin avên xwe difroşin. Carna jî hinek esnaf wan ji bazarê dûr dixin. Tevî hemû aloziyan zarok bi kêfxweşiya qezenca rojê ‘ava sar ya wek cemedê heye’ diqîrin.
‘Zarokên kartonan kom dikin’
Zarokên sibehê saet di 08.00’an de ji bo komkirina kartonan tên cem hev, heta êvarê vî barî li ser milê xwe hil didin. Zarokên ji barkişandinê diwestin, li ser çewalên xwe, xwe dirêj dikin û bîhna xwe didin. Zarokên ser û çavên wan gelek qirêj dibe di saetên derengiya şevê de vedigerin malê.
Li dijî vî dîmenê mirov dibêjin ‘ka ew zarokên bi kêf û coş cejn pêşwazî dikirin’. Cejnên ku rojên zarokane û roja kêf û coşê ye, ji kengê de bûye roja ku bar li milê zarokan hatiye barkirin. Berê zarok êvara cejnê bi cilên xwe radizan. Zarokên niha di şert û mercên bê ewle de, hemû berpirsyarî hilgirtine û li kolanan dixebitin.