Jinên Kobanê: Cejna Remezanê rihê civatê zindî dike
- 09:09 3 Hezîran 2019
- Rojane
Berçem Cûdî/Dilocan Bozî
KOBANÊ - Jinên ji Bajarê Kobanê bi munasebeta cejina Remezanê nêrînên xwe di derbarê meha rojî û cejinê de anîn ziman. Jinên Kobanê gotin: "Cejina Remezanê komkirina hemû malbatê ye, hemû pirsgirêkên navxweyî jibîrkirine û rihê civatbûyînê zindîkirin e. Cejina Remezanê rihê civatê zindî dike."
Cejina Remezanê her sal piştî mehekê ji girtina rojiyê, ji aliyê civaka Îslamî ve tê pîrozdikin. Bi vê yekê jî niha li seranserî cîhanê gel amedekariyên pêşwazîkirina cejinê dikin. Jinên Kobanê yên ku amadekariya Cejna Remezanê dikin wiha hestên xwe anîn ziman:"Cijne Remezanê ji bo me pîroz e. Em dixwazin di vê cejnê de aştî û azadiya gelê Kurd pêk were."
'Xweşiya cejinê kombûyîna malbatê ye'
Jina bi navê Fatma Xelîl cejina remezanê li civakên Îslamî pîroz kir wiha got: "Cejin di wateya xwe ya kûr de kombûyîna li dor heve. Berê cîran, malbat, heval û dost serdana hev dikin û kêfxweşiya cejinê bi hev re parve dikirin, lê di van salên dawî de ji ber rewşa şer cejin êdî bê wate bûbû, ji ber ku ya cejinê zindî dike kombûne û ew civatbûyîn ji hev belav bû. Lê li Kobanê di vê salê de cejin cuda ye, ji ber ku hemû gelê wê yên li derve vegeriyane Kobanê da ku kelecana cejinê bi malbatên xwe re bijîn."
'Cejina 2019'an ji yên borî watedartir e'
Her wiha Diyana Emûr ku bi xwe cilfiroş e di bazarê de di derbarê liv û tevgera gel de wiha got: "Li gor tevgera bazarê, di vê salê de liva gel ya ji bo cejinê ji salên borî baştir e. Şênî kêfxweş in û bi hev re cilan û şêraniyê ji bo pêşwaziya cejinê dikirin. Hêviya me ew e ku ev kêfxweşî û kombûna me ji me re bimîne, da ku em sal bi sal bikaribin cejnê bi awayekî watedartir pîroz bikin."
'Amedekariyên cejinê ber bi dawî ve diçin'
Herî dawî jî Melîhe Bedir hest û nêrînên xwe bi vî awayî anî ziman: "Me rojiya xwe hemû girt û em bi vê yekê pir kêfxweş in. Her wiha me nimêja xwe jî dikir ku ev yek dihêle îradeya ku mirov rojiyê bigere xurtir bibe. Zarokên me ji bajarên din hatine cem me da ku bi me re vê kêfxweşiyê parve bikin. A niha jî ji ber ku çend roj ji cejinê re mane em cilan dikirin ji bo ku em amede bin. Jixwe di roja yekê ya cejnê de em destpêkê serdana goristanên xwe dikin, paşê jî mala herî mezin ango ya dapîr û bapîran em ziyaret dikin. Di heman demê de em şêraniyê jî amede dikin."