'Hêviya me ya cejnê vegera ji bo Efrînê ye'
- 09:07 3 Hezîran 2019
- Rojane
Rulîn Muhemed
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne bi munasebeta hatina Cejna Remezanê axivîn û gotin: "Em ê her û her çandê zindî bikin, dewleta Tirk nikare me ji çanda me qut bike. Hêviya me ya cejnê vegera ji bo Efrînê ye."
Jinên Efrînê yên ku piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê li Kantona Şehbayê bi cih bûn û têkoşîna xwe li wir didomînin derbarê Cejna Remezanê de gotin:"Em hêvî dikin ku ew ê Cejna Remezanê ji bo rojên xweş bîne."
'Em bi hêvî ne cejna bê li Efrînê pîroz bikin'
Jina bi navê Xedîce Xelîl li ser amadekariyên ji bo cejnê wiha got: "Em amadekariyên xwe yên ji bo cejnê dikin. Em hatine bazarê ji bo cil û tiştên cuda ji zarokan re bigirin. Meha remazanê ber bi dawî ve diçe û em ê niha cejinê pêşwazî bikin. Ev sê cejin em li Şehba pîroz dikin, lê em bi hêvî ne cejina bê li Efrînê û nava axa xwe pîroz bikin. Em bi hêvî ne cejna bê li Efrînê pîroz bikin."
'Li her deverê em berxwedana xwe didomînin'
Helîma Akeş jî hestên xwe anî ziman û got: "Em gelê Efrînê ji topê dijmin natirsin û ne serê xwe ji kesî re ditewînin, me rojiya xwe jî li Şehba derbas kir. Li derdora me dijmin heye lê em li berxwe didin. Em di bin şer de cejnê pêşwazî dikin. Em û zarokên xwe dixwazin di vê cejnê de Efrîn rizgar bibe û em vegerin Efrînê. Ji bo em vegerin Efrînê li her deverê em berxwedana xwe didomînin. Em jî berxwedana xwe berdewam dikin û em ê her tiştekî ji bo kêfxweşiya zarokên xwe û parastina axa xwe bikin."
'Em tu carî çanda xwe ji bîr nakin'
Helîme li ser kevneşopiyên gelê Efrînê axivî û got:"Em roja yekem a cejnê diçin ser goristana şehîdan ji bo pîrozkirina cejinê bi şehîdên xwe re. Şehîd ronahiya roja me ye her tim em bi bîr tînin, ev çand li Efrînê hebû û em heta niha jî berdewam dikin. Em tu carî çanda xwe ji bîr nakin. Dewleta tirk çi dike bila bike em serî natewînin û dev ji çanda xwe bernadin."
'Em ê tim û tim çanda xwe ji nû ve zindî bikin'
Jina bi navê Fatimê Elî li ser çêkirina tiştên cejinê wiha axivî:" Em cejina xwe bi dilekî xemgîn pêşwazî dikin ji ber ku em ne di cih û warên xwe de ne, em di bin çadiran û xaniyên xirabe de jiyana xwe berdewam dikin, lê ev yek nahêle ku em kevneşopiyên xwe ji bîr bikin. Em şêranî ji bo cejinê çêdikin, çanda me kurda ye ku tiştên xwe bi destan çêkin, em ê tim û tim çanda xwe ji nû ve zindî bikin. Em bi hêvî ne vegerin Efrînê û cejina xwe li wir pîroz bikin."