Ji bo malbatên girtiyan ên di grevê de bûn cezayê pere hat birîn

  • 17:18 2 Hezîran 2019
  • Rojane
WAN - Tevî Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan li Wanê li gelek kesî bi hinceta "Zagona Qebhetan" îhlal kirine 320 TL cezayê pere hat birîn. Dayika Zekiye Kaya bertek nîşanî vê yekê da û got:"Me ji bo aştiyê û mirin çênebê çalakiya rûniştinê pêk anî. Ji bo kesek nemire me aştî xwest."
 
Tevî Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan li Wanê li gelek kesî ji aliyê Şaxa Ewlehiya Emniyeta Wanê, bi hinceta "Zagona Qebhetan" îhlal kirine 320 TL cezayê pere hat birîn. Dayika Aştiyê Zekiye Kaya bertek nîşanî vê yekê da û got:"Me ji bo aştiyê û mirin çênebê çalakiya rûniştinê pêk anî. Ji bo kesek nemire me aştî xwest."
 
Li ser biryara birîna cezayê pere Saziyên Civaka Sivîl, malbatên girtiyan li Rêxistina HDP'ê ya Wanê daxuyanî da û bertek nîşanî vê rewşê dan. Malbatên girtiyan, Dayikên Aştiyê, Rêvebirên TUHAYDER'ê, Hevserokê Şaredariya HDP'ê yê Wanê Mustafa Avci, Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, Hevserokên HDP'ê yên Wanê û  gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.  Dayika Aştiyê Zekiye Kaya daxuyanî xwend û got:"Me wekî malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê jib o zarokên me nemirin çalakiya rûniştinê pêk anî. Me banga aştiyê kir lê wan li me cezayê pere birîn."
 
'Em ê cezayê pere nedin'
 
Zekiyeyê diyar kir ku ew cezayê li wan hatiye birîn nedin û wiha got:"Em ê vî perî nedin. Çimkî me tu sûc nekiriye. Me got bila zarokên me nemirin û me destên aştiyê dirêj kir. Ji bo tabût ji girtîgehan dernekeve em li qadan bûn. Em ê vî cezayî nedin û dev ji têkoşîna xwe bernedin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Zext nikare me têk bibe" bi dawî bû.