Derbarê Feleknas Ûca û Pervîn Bûldan de fezleke hat amadekirin
- 15:19 2 Hezîran 2019
- Rojane
ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Amedê, der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca ku beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê li Amedê "Deklerasyona Çareseriya Pirsgirêka Kurd" parve kirin de fezleke amade kirin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca de bi hinceta beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê li Amedê "Deklerasyona Çareseriya Pirsgirêka Kurd" parve kirin, der barê wan de fezleke amade kir. Li rêxistina HDP'ê ya Amedê di 23'ê Gulana 2018'an de bi kurdî Feleknas Uca û bi Tirkî jî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan deklerasyon xwendin û bi raya giştî re parve kirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi hinceta Pervin Buldan û Feleknas Uca “Pesnê sûc û sûcdar dane" der barê wan de fezleke amade kir. Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî fezelek amade kir, fezleke ji meclîsê re şand. Dozger di fezlekey3e de parast ku Pervin Buldan û Feleknas Uca beşdarî daxuyaniyê bûne û bi deklarasyona ku xwendine de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nava cemaweriya neteweyî û navneteweyî de wekî kesekî pir masûm nîşan dane. Dîsa bi vê yekê çalakiyên Rêberê PKK'ê rewa dîtine. Serdozger parast ku li gorî xala 83'an a Qanûna Bingehin der barê 2 wekîlan de destenedayîna wan bê rakirin.