Kujer nas e: Li Amedê jinek hat qetilkirin
- 15:15 2 Hezîran 2019
- Rojane
AMED - Li Bismilê welatiyê bi navê Recep Gunler hevjîna xwe Aysûn Gunler kuşt. Kujer Recep xwe winda kir.
Li Amedê welatiyê bi navê Recep Gunler hevjîna xwe ya 20 salan Aysûn Gunler kêr kir û kuşt.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; Li ser Sêrêya Bismilê di wesayîtê de di navbera hevjîn Gunleran de nîqaş derket û şer kirin. Li ser vê yekê Recep Gunler wesayîtê dikişîne qerexê rê û li ber çavên zarokên xwe hevjîna xwe Aysûn Gunler kêr dike dikuje. Recep cenazeyê hevjîna xwe li qerexê rê dihêle û direve.
Li ser agahdariyê cendirmeyên ku hatin cihê bûyerê bi cenazeyê Aysûnê re rû bi rû man. Piştî vekolînên hatin kirin cendirmeyan cenazeyê Aysûnê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê. Paşê cenazeyê Aysûn ji bo otopsiyê rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyûbî. Dê piştî otopsiyê cenazeyê Gunler li Goristana Yenîkoyê ya nevçeya Rezan a Amedê bê veşartin.
Jo bo girtina kujer Recep lêkolîn hat destpêkirin.