Li Sitenbolê du jin bi tacîza laşî rû bi rû hatin hiştin

  • 12:22 2 Hezîran 2019
  • Rojane
STENBOL - Li navçeya Sultangaziyê jinek û keça xwe bi tacîza laşî ya mêrekî rû bi rû man. Welatiyên derdorê xwestin tacîzkar linç bikin.
 
Li Kuçeya Esentepeyê ya navçeya Sultangaziya Sitenbolê do di saetên şev de jinek û keça xwe dema diçûn mala xwe bi tacîza laşî ya mêrekî rû bi rû man. Li ser qêrîna dayik û keça wê welatiyên kuçeyê hatin cihê bûyerê û xwestin tacîzkar linç bikin. Piştre polîsan tacîzkar bincav kirin û birin Navenda polîsan a Esentepeyê.