Di şerê mêran de jinek hat qetilkirin

  • 11:17 2 Hezîran 2019
  • Rojane
ÊLIH - Li gundê navçeya Hazoyê di nava du malbatan de pevçûn çê bû. Di encama pevçûnê de jina bi navê Nazime Bilmez hat qetilkirin û 6 kes jî birîndar bûn. 
 
Li gundê Sûcê yê navçeya Hazoyê ji ber sedemek ne diyar, di nava du malbatan de pevçûn çê bû. Pevçûn di demek kurt de mezin bû û du malbatan bi kevir, şiv û kêran rabûn  hevdu. Di encama pevçûnê de jina bi navê Nazime Bilmez a 87 salî hat qetilkirin û 6 kes jî birîndar bûn. 
 
Li ser îxbarê ekîbên tenduristiyê û peywirdarên ewlehiyê hatin gund. 
 
Cenazayê Nazime ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê û kesên ku birîndar bûn jî rakirin nexweşxaneyên cuda.