Parêzvanê mudurê girtîgehê girtî derb kir
- 09:24 2 Hezîran 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Du girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tipa E ya Mêrdînê piştî bidawîkirina greva birçîbûnê dema ji bo kontrola tenduristiyê çûn revîrê bi êrîşa parêzvanê mudurê girtîgehê rû bi rû hatin.
Du girtiyên bi navê Ersin Çiçek û Heval Oral ên li Girtîgeha Girtî ya Tipa E ya Mêrdînê piştî bidawîkirina greva birçîbûnê dema ji bo kontrola tenduristiyê çûn revîrê bi êrîşa parêzvanê mudurê girtîgehê rû bi rû hatin. Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin parêzvanê mudurê girtîgehê dikira girtî li dîwêr bixe û li ser vê yekê girtiyan xwe parastine û piştre memûrên parastina înfazê girtî derb kirine.
Girtiyên ku hatin derbkirin piştre vegeriyan koguşên xwe. Hat hînbûn ku dê girtî piştî betlaneya cejnê serîlêdana sûc bikin.
Hat hînbûn ku piştî grevên birçîbûnê hat bidawîkirin şûnde bi talîmata mudurê girtîgehê bi ser koguşên girtiyan hat girtin û pirtûkên wan hatin hevdan.