‘Dixwazim emeliyat bibim û ji cihê maye berdewam bikim’

  • 09:13 2 Hezîran 2019
  • Rojane
Burcu Ozkaya Gunaydin
 
HATAY - Berfîn Ozek a ji aliyê Ozan Çeltîk ve rastî êrîşa bi asît hat, yek ji kesên sembola têkoşîna li dijî şîdeta mêr e. Berfîn ya ku demên ewil nikaribû li neynikê binêre, rûyê xwe di çapemeniya civakî de parve kir û wiha got ‘ev rûyê min yê şermê yê civakê ye’ û got divê zîhniyet û şîdeta mêr bê darizandin. Daxwaza Berfînê ev e ku demildest emeliyat bibe û Ozan Çeltîk tu car ji girtîgehê dernekeve.
 
Berfîn Ozek ya 19 salî ku li navçeya Îskenderun ya Hatayê dijî, di şeva 15’ê Çile de dema ji fêrgehê derket û diçû malê, ji aliyê Ozan Çeltîk yê dest jê berdabû ve rastî êrîşa asîta sulfurîk hat. Berfîn ya ku 3 mehan li Edeneyê hat dermankirin, di encama êrîşê de çavê xwe yê rastê winda kir. Çavê wê yê çepê jî ji sedî 50 dibîne. Berfîn bi mehan hat dermankirin û ji ber oksîjen neçû mêjiyê wê, doktoran got wê ‘nejî’ lê Berfîn wek navê xwe, bi awayekî berxwedêr dest ji jiyanê berneda.
 
Bi piştevaniya jinan destûra dermankirinê derket
 
Şîdeta li Berfînê hat kirin bi piştevaniya jinan ji aliyê Tirkiyeyê ve hat dîtin û ji bo wê kampanya hatin destpêkirin. Berfînê ji bo emeliyatê serî li dewletê da û emeliyata wê girtin statuya estetîkê û piştgiriya dewletê hat redkirin. Jinan bûyer xist rojevê û mijar birin Meclîsê. Ji gelek nexweşxaneyên taybet hat diyar kirin ku dixwazin emelyeta Berfînê ew bikin. Wezareta Tenduristiyê jî got wê lêçûnên emelyata Berfînê ew bikin.
 
‘Der barê pêşerojê de planên min hebûn’ 
 
Berfînê destnîşan kir ku wê jiyana xwe ‘beriya êrîşê û piştî êrîşê’ li du beşan veqetandiye û wiha got: “Ez diçûm fêrgehê. Der barê pêşerojê de planên min hebûn. Min ji muzîkê pir hez dikir. Min li gîtarê dixist. Kesên derdorê pir ji min hez dikirin. Min dixwest ez bibim psîkolog û merhametê hînî mirovan bikim. Merhemeta dilê jinan de, di dilê mêran de hebûya wê cîhan xweştir bûna. Ji ber vê min dixwest ez bibim psîkolog û hezkirinê hîn bikim. Roja êrîşê ez ji fêrgehê derketim diçûm malê. Kesek nêzî min bû û tiştek avêt rûyê min. Ewil min got heval henekan dikin. 5 saniye şûnde êşeke ku vegotina wê tune, hat hîskirin. Min nikaribû bîhna xwe bigirim. Her ku min bîhna xwe digirt, rûyê min dişewitî. Ger hûn bêjin ezabê dojehê çi ye; ez ê bêjim ev e.Yên der dorê ez birim nexweşxaneyê. 3 mehan di nexweşxaneyê de mam.Bi rastî êşa min kişand nikarim vebêjim. Ji goştê min goşt diket. Dema ji nexweşxaneyê derketim, dema cara ewil min di neynikê de mêze kir, tu car nikarim ji bîr bikim. Min bawer nedikir ez ewqas xerab bûme. Min êşa mezin a fîzîkî kişand, ez baş bûm lê dema min li neynikê mêze kir min got tu tişt baş nabe û ev ji mirinê xerabtir bû. Min hêviya jiyan û başbûnê ji jinên ligel min cih girtin, girt. Platforma Jinan a Îskenderunê û jinên her aliyê Tirkiyeyê; baş e ku hûn hene.”
 
‘Wan ji min, min ji wan hêz girt’
 
Berfînê daxuyakirin ku peyamên piştgiriyê yên ji çapemeniya civakî wê gelek hestiyar dike û wiha pê de çû: “Gelek peyam ji her alî Tirkiyeyê tên . Dibêjin em her tim ligel te ne, em li hember hêza te heyran mane. Ew ji min ez ji wan hêzê digirim. Peyamek hebû qet ji bîr nakim; Tiliya min şikest, êşê dikşînim, lê piştre min tu bihîstî, min ji êşa xwe şerm kir.’ Vê gelek bandor li min kir.”
 
‘Ji ber ev şerm ne ya min e’
 
Berfînê da zanîn ku dema ewil xwe dîtiye, gotiye ‘ev ne ez im’ û got: “Ez bi saya piştevaniyê xurt bûm, hêviya min mezin bû.”
 
Berfîn bi hemû dilê xwe emeliyatê dipê lê di vê pêvajoyê de pêngavek mezin avêt û wêneyê xwe di çapemeniya civakî de parve kir. Berfînê got ‘Ji ber ev şerm ne ya min e’ û got: “Min xwest hemû kes li rûyê min yê ku ez lê dinêrim, binêrin. Min xwest hemû Tirkiye bibîne ku ez xistim çi rewşê. Li Tirkiyeyê jin, zarok, sewal ne girîng in. Şîdeta li ser jinê ne nû ye. Ez dîsa ji xwe mînak bidim. Berê jî bi dehan carî rastî şîdetê hatim.Heta carekê li kolanê li min xist. Kesên derdora min li şûna alîkarî bidin min, temaşe kirin. Civak di mijara şîdeta li ser jinê de bê hestiyar e. Ez ê piştî emeliyatê, ji cihê mame berdewam bikim. Ez li dijî şîdeta li ser jin, zarok û sewalan bi hestiyar bûm. Niha zêdetir hestiyar im. Ez ê têkoşîna xwe bidomînim.”
 
‘Divê ji girtîgehê dernekeve’
 
Berfînê bi lêv kir ku girtina Ozal Çeltîk xelat e û got: “Wî ez zindî zindî şewitandim. Vegotina vê gelek bi êş e. Hûn rewşa min ya baş bûye dibînin. Ew li girtîgehê beyî êşê bikşîne dijî. Her tişt li holê ye, di dîmenên kamerayê de jî her tişt heye, lê tevî vê dibêje min nekiriye. Ez dixwazim ew bi awayekî herî giran bê cezakirin. Ji bo hinek êşa min kêm bibe, divê ew tu car ji wir dernekeve.”
 
Yekane daxwaza Berfînê ev e ku emeliyat bibe, ruyê xwe yê berê û yê niha di paşerojê de bihêle û bi rûyê xwe yê nû berdewam bike.
 
Bi sedan jin rastî êrîşa asîtê tên
 
Li gorî lêkolîna <https://www.asti.org.uk/a-worldwide-problem.html> ya Saziya navneteweyî Acîd Attacks Survîvers Internatîonal her sal hezar û 500 êrîşên asîtê dikevin qeydan û ji van jî ji sedî 80 jin in.
 
Li cîhanê herî zêde li welatên Asyayê êrîşên asîtê pêk tên. Di serî de Pakîstan, Hîndîstan tê. Di 10 salên dawî de ji 2 hezarî zêdetir jin rastî êrîşa asîtê hatin. Yek ji jinên rastî êrîşa asîtê hat Naîle Ferhat bû. Di 13 salî de ji aliyê mêrê ku nexwest pê re bizewce ve rastî êrîşa asîdê hat. Naîle bi têkoşîna ku 7 sale dide bû sembola hemû mexduran.