ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2019'AN
- 09:00 2 Hezîran 2019
- Rojev
*Serpîl Kemalbay ya HDP’î diyar kir ku her dengê ji Îmraliyê dertê ji aliyê hemû aliyan ve tê axaftin, di alî hêzên navneteweyî de jî girîng tê dîtin û wiha got: “Kesên ji bo avabûna Tirkiyeyeke demokratîk hewl didin, divê gûh bidin vî dengî.” BI DÎMEN
*Hevseroka Komeleya SES’ê ya Amedê Gonul Adibeli, ji bo germahiya meha havînê gel hişyar kir û wiha got: “Ji bo tenduristiyê divê mirov di germahiyê de behtîr li paqijiyê baldar bin. Her wiha vexwarina avê jî di germahiyê de girîng e." BI DÎMEN
*Bi krîza aborî re her tişt buha bûye. Ji Cejna Remezanê re tenê çend roj man. Welatî û esnaf ji ber buhabûnê bi gazincin, welatî nikarin danûstanê bikin û esnaf jî nikarin tiştek bifroşin. Welatiyan diyar kirin ku îsal nikarin sifreyeke bi dilê xwe raxin. BI DÎMEN
*Şêniyên Til Temirê ên kurd û ereb ku bi hev re di nava aramiyê de dijîn, amadekariyên Cejna Remezanê dikin. Jinên ku amadekariya cejnê dikin dibêjin:" Em vê cejnê cûda hîs dikin vê salê em bi ruhê azadî û aştiyê Cejna Remezanê pêşwazî dikin." BI DÎMEN
*Sekrtera Jinan a Şaxa Hejmara Yekem ya Egîtîm Senê Zeynep Aykat der barê pergala nû ya ji bo perwerdeyê de anîne hişyariyên girîng kir û da zanîn ku zarok ji zanistê dûr tên xistin û divê dawî li vê qirkirinê bê anîn.BI DÎMEN
*Berfîn Ozek a ji aliyê Ozan Çeltîk ve rastî êrîşa bi asît hat, yek ji kesên sembola têkoşîna li dijî şîdeta mêr e. Berfîn ya ku demên ewil nikaribû li neynikê binêre, rûyê xwe di çapemeniya civakî de parve kir û wiha got ‘ev rûyê min yê şermê yê civakê ye’ û got divê zîhniyet û şîdeta mêr bê darizandin. Daxwaza Berfînê ev e ku demildest emeliyat bibe û Ozan Çeltîk tu car ji girtîgehê dernekeve.