Li Elihê 444 û li Amedê jî 538 car in aqûbeta windayan tê pirsîn
- 15:02 1 Hezîran 2019
- Rojane
AMED/ÊLIH - Xizmên windayan ên li Amed û Êlihê çalakiya rûniştinê li dar xistin, bang li rayedaran kirin û gotin: “Di vê cejnê de, derbarê windayan de sûprîz ji me re bikin.”
Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 538’an de dîsa li şaxa ÎHD'ê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Malbatên windayan dîsa wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin rakirin û pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Endam û rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn.
Sekretera Şaxa ÎHD’ê Amedê Yuksel Aslan Acer di çalakiyê de axivî û wiha got: “Çalakiya Dayikên Şemiyê bûye têkoşîna mirovahiyê. Di salên 90’î de bi hezaran mirov li kolan û malên xwe hatin binçavkirin, windakirin û qetilkirin. Gora hinekan çêbû, lê hîna jî, gora gelek ji wan bê gorin. Hîna jî faîl bi ne cezakirinê tên xelatkirin. Ev rewş weke birînekê di dîroka mirovaniyê de cih girtiye. Ji ber vê bi salane em têkoşîna mirovahiyê didin. Heya ku aqûbeta windayan dernekeve holê em ê çalakiya xwe ya roja Şemiyê li dar bixin.”
Yuksel, da zanîn ku ew ê dest ji têkoşîna mirovahiyê bernedin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê hefteyê de, em li bendêne ku rayedarên berpirsiyar bersivekê derbarê çîrokên windayan de bide. Ji vê em dibêjin di vê cejnê de, derbarê windayan de sûprîz ji me re bikin.”
Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHD’ê Parêzer Hasan Yalaçin jî, çîroka Kamîl Bîlgeç ê di 27’ê mijdara 1995’an de li navçeya Sîlopî ya Şirnexê ji avahiya edliyê derket û çû mala xwe û dûre bi tu awayî agahî jê nehat girtin xwend û aqûbeta wî pirsîn.
Piştî axaftinan 5 deqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
Li Êlihê jî aqûbeta windayan hat pirsîn
Li Elihê jî, xizmên windayan û ÎHD'ê bi heman armancê di hefteya 444'an de kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmen windayan û rêveberên ÎHD'ê li avahiya ÎHD'ê wêneyên windayan rakirin û pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Di çalakiya vê heftê de aqûbeta Teyfîk Ay ê di 17’ê Çileya 1995’an winda bû, hat pirsîn.
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Mehmet Zekî Tanguner, di çalakiyê de behsa windakirina Teyfîk Ay kir û wiha got: “Ji qereqola bajaroka Şenkoy a navçeya Midyat a Mêrdîne bangî Ay kirin. Ay ê ku çû qereqolê carek din agahî jê nehat girtin.”
Piştî axaftinê, 5 deqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.