Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Divê li meclisê komeke xebatê bê avakirin
- 13:37 1 Hezîran 2019
- Rojane
ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, têkildarî Belgeya Stratejiya Reforma Darazê ya Erdogan aşkere kir got: “Divê berî her tiştî daraz nebe enstrumana hesabên siyasî. Divê planek berfireh û bi bandor a çalakiya Mafên Mirovan bê amadekirin. Ji bo vê yekê jî divê koma xebatê ya hemû partî beşdar bibin li meclîsê bê avakirin."
Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan û Sezaî Temellî, têkildarî daxuyaniya Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan a “Belgeya Stratejiya Reforma Darazê" ku di 30'ê Gulanê de aşkere kiribû daxuyaiyek nivîskî weşandin.
Daxuyani wiha ye:
“Belgeya Stratejiya Reforma Darazê" ku demek dirêj e di rojeva cemaweriyê de hiştin ku bendewariyek ava kir aşkere kirin. Ev belge ku pêdiviya reforma pergala edaletê esas digire, ji gelek taahhut û temenniyên cuda pêk tê. Ev belge, îtîrafa tahrîbata ku di qada daraz û edaletê de hatiye avakirin aşkere dike. Li gel vê yekê li şûna rastiyê qebûl bikin, rastiyê berovajî dikin. Ev cureyekî bincilkirin û veşartinê ye. Ev rêbaz ji mijûlkirin û gotinek vala ne wêdetir e.
Pergala darazê ji pîvan û rêgezên standartên gerdûnî qut dibe û dûr dikeve. Ev dibe sedema çavkaniya binpêkirina mafê azadî, raman, îfade û îşkeceyê. Bi vê yekê daraz dibe sedema zextên li dijî siyaseta muxalif.
Ji ber vê yekê divê plana çalakiya mafên mirovan bê derxistin. Ji bo vê yekê jî divê koma xebatê ya hemû partî beşdar bibin li meclîsê bê avakirin."