Girtî li kawîşa girtiyan a nexweşxaneyê tê tedawîkirin

  • 12:06 1 Hezîran 2019
  • Rojane
AMED - Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê, çalakgerê greva birçîbûnê ê bi navê Servet Kaya ku dihat tedawîkirin tabûrcî bû û girtiyek din ji bo tedawiyê anîn nexweşxaneyê. 
 
Xebatên tedawiyê yên çalakgerên greva birçîbûnê ku li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî kirin, didome. Ji 36 girtiyên ku ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa D a Amedê ji bo tedawiyê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê hatibûn kirin 35 girtî hatibûn tabûrcîkirin. Girtiyê bi navê Servet Kaya ku tedawiya didomiya jî îro tabûrcî kirin û şandin girtîgehê. Piştî şandina Servet ê ya girtîgehê, teddîrên ewlehiyê yên li qata 10'emîn a nexweşxaneyê hatin bidawîkirin û qat ji gel re hat vekirin. 
  
Piştî şandina Servet Kaya ya girtîgehê, çalakgerekî çalakiya greva birçîbûnê yê girtî ku navê nehat hînbûn ji bo tedawiyê anîn nexweşxaneyê. Tedawiya çalakger li kawîşa girtiyan a nexweşxaneyê hat destpêkirin.