Li girtîgeha Bandirmayê girtî xwîn vedireşîn
- 11:30 1 Hezîran 2019
- Rojane
BALIKESÎR - Hat ragihandin ku girtiyên li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa T a Bandirmayê demeke direj di greva birçîbûnê de mane sewqî nexweşxaneyê nehatine kirin û xwîn vedireşin.
Li gel ku çalakiyên greva birçîbûnê ku li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bûn jî hêj li gelek girtîgehan girtiyên ku ketibûn çalakiya greva birçîbûnê, sewqî nexweşxaneyan nehatin kirin. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa T a Bandirmayê ye. Li girtîgehê çalakiya greva birçîbûnê di 26'ê gulanê de bi dawî bûye lê girtî sewqî nexweşxaneyê nehatine kirin. Girtiyê bi navê Omer Dorûdemîr (22) ku 97 rojan di çalakiya greva birçîbûnê de ma bi rêya telefonê bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî binpêkirinên mafan ên ku li girtîgehan wan pêk tên ji malbata xwe re ragihand.
Omer, ji malbata xwe re ragihand ku ji ber di encama berxwedana wan a greva birçîbûnê û rojiya mirinê de deriyên Îmraliyê vebûn ji malbata xwe re wiha gotibû: "Çalakiya me bi serkeftî encam bû lê hêj jî me sewqî nexweşxaneyê nekirine. Hevalên me yên ku 140 roj di çalakiyê de mane û hê tedawiyên wan nehatine kirine û xwîn vedireşin hene. Ji bo ku em sewqî nexweşxaneyên bên kirin û tedawiyên me bên destpêkirin divê parêzer û saziyên berpirsyar bên serdana me û bikevin nav liv û tevgerê."