Ji Meclisa Gel a Demokratîk a Mexmûrê xwarina fitarê
- 11:17 1 Hezîran 2019
- Rojane
MEXMÛR - Meha Ramezanê ji bo gel mihek pîroz e. Ev bi salane gel vê çanda kevnar di parêze û li gorî wê tevdigerin. Bi vê minasebetê Meclisa Gel a Demokratîk a Wargeha Mexmûrê duh êvarê xwarina fitarê da.
Îro Mecilisa Gel ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rostem Cudî (Mexmûrê) bi minesabet êvara leyletel qedar, ji bo gel xarina fitarê li Kooparatifa Wergihê da. Jinên ku tevli bernameya fitarê bûn ji ajansa me re nêrînên xwe anî ziman.
Jina bi navê Fatma Teyboxan axivî û wiha got. Ev êvara xêrê bila bibe minasebeta azadiya Serokatî, hemû gelê me û rahmê li şehîdên me bibarîne. Em sax selametiya Rêbertiya xwe dixwezin. Ji vir heta Gireva Îmralî ez silav û heskirinA xwe ji Rêbertî re rê dikim û cejn nêze ez berî her kesî cejina serokê xwe pîroz dikim. Bi hêviya ku em cejneke din bi rêbertiya xwe re pîroz bikin."
'Bila ev şev bibe wesîleya aramî û aştiyê'
Jina din a bi navê Emine Aşan jî derbarê heman şevê de axivî axivî û ev daxwaz kirin. Her sal ji aliye mecilisê ve di vê rojê de xawarina fitarê tê dayîn. Em wek jin sipasiya mecilisê dikin ku û dibêjin ku xwedê xêra wan qebûl bike. Ev şev ji bo her kesî bibe wesîleya aramî û aştiyeke bi rûmet."
'Bila ji şehdîên me re bibe xêreke mezin'
Jina bi navê Asya Şax ji nêrina xwe anî ziman û got. Bi minesabeta meha remazanê û vê şeva xêran ev bername hatiye amdekirin bila xwedê Rêbertî û şehîdên me ji vê xêrê mahrûm neke. Yên di vî karî de keda wan heye destên wan sax bin. Bila bibe sedaqa sere Serokatî, gelê me, gerîlayên me û ji şehîdên me re bibe xêreke mezin."