Parêzeran hevdîtina li Îmraliyê vegotin

  • 09:05 1 Hezîran 2019
  • Rojane
STENBOL- Parêzer Newroz Uysal û Rezan Sarica ku di 22’ê gulanê de bi muvekîlên xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinek saetek û 20 deqeyî pêk anîn, diyar kirin ku di her du hevdîtinan de jî li ser jihevkirin û globalkirina civakê hatiye sekinandin û her wiha gotin Birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyeke bi rûmet û ji bo têkiliyên Kurd-Tirk zirarê nebînin hewl dide.
 
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal di 22’ê gulanê de bi muvekîlên xwe re li Îmraliyê hevdîtin pêk anîn. Rojeva hevdîtinan grevên birçîbûn û rojiyên mirinê bûn. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, der barê hevdîtina bi muvekîlên xwe re kirine ji ajansa me re axivîn.
 
*Hun ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan hefteyê çend serlêdanan dikin?Ji 2’ê gulanê heta niha we çend caran serlêdan kiriye? Ji van çend heban bersivan neyînî girt?
 
Em li gorî prosedurê hefteyê du caran serlêdanê dikin. Em ji bo çarşem û înê dikin. Piştî 2’ê gulanê hema hema me her roj serlêdan kir. Piştî 2’ê gulanê ji ya 22’ê gulanê wêdetir serlêdanên me erênî nehatin bersivandin.
 
*Ji 27’ê tîrmeha 2011’an heta niha cara yekem we di 2 û 22’ê gulanê de hevdîtin kir. Hûn dema diçin hevdîtinê di bin kîjan pêkanînan de derbas dibin? Hûn dikarin hinekî wê pêvajoyê vebêjin?
 
Îmralî qadeke ku ji hewayê, bejayî û behrê qedexe ye. Heta têketina wê di çarçoveya rayeyek leşkerî de ye. Qada heta ber derê girtîgehê di çarçoveya prosedura leşkerî de pêş dikeve; Piştî em dikevin giravê prosedurên wezareta dadê dest pê dikin. Gelek lêgerîn û kontrol tên kirin.
 
*Hûn di hawireke çawa de bi muvekîlê xwe re hevdîtinê dikin? Hûn dikarin hinek behsa vê bikin?
 
Me bi Birêz Abdullah Ocalan re jî wek girtîgehên din di odeya parêzeran de hevdîtin kir, lê li gorî girtîgehên din, em li ser maseyeke ku navbera wê gelek dirêj bû, hevdîtin kir.
 
*Hevdîtina we çend deqe an jî çend saetan berdewam kir?
 
Hevdîtina me nêzî satek û 20 deqeyan berdewam kir.
 
*Di 2’ê gulanê de we ji bilî Abdullah Ocalan bi sê muvekîlên din re hevdîtin pêk neanî. Di 22’ê gulanê de bi muvekîlên we yên din re hevdîtin pêk hat gelo?
 
Mixabin ji roja Birêz Veysî Aktaş, Omer Hayrî Kona û Hamîlî Yildirim neqlê Îmraliyê hatine kirin me bi tu awayî hevdîtin pêk ne anîn. Di serlêdanan de jî dîsa derfetê hevdîtinê nedan me. 
 
* Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul di hevdîtina 16’ê gulanê de got ‘qedexeya hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re hatiye rakirin’. Ev daxuyaniya wezîr temînatê dide gelo?
 
Bêguman di asta Wezareta Dadê de daxuyaniyeke bi vî rengî girîng e. Wezareta Dadê got biryara sînorkirinê rakirine. Divê ev neyê jibîrkirin ku hevdîtinên parêzeran be hincet dihat astengkirin. Hincetên dihatin nîşandan jî kêfî bûn. Em parêzerên Birêz Ocalan difikirin ku yekane tişta ku hevdîtinan pê bîne îradeya civakî ya demokratîke. Di vê mijarê de divê rayagiştî ya demokratîk berpirsyariya xwe bînin cih.
 
*Di hevîtinê de mijara herî sereke ya hûn li ser sekinîn çi bû?
 
Mijara serke ya hevdîtina 22’ê gulanê rojiyên mirinê û greva birçîbûnê bûn. Me armanca metna 7 xal pêk dihat û li ser nîqaş û bandora wê axivî. Der barê Destana Mem û Zîn û azadiya jinê de axivî.
 
*Abdullah Ocalan rojiyên mirinê û grev çawa nirxandin?
 
Me di daxuyaniya xwe de parve kir ku Birêz Ocalan çalakgeran silav dike û ev helwest wek sekneke bi rûmet nirxandiye. Birêz Ocalan bêguman di hevdîtinê de der barê vê mijarê de nêzîkatiya xwe bi berfirehî îzah kir. Ocalan di hevdîtinê de çend caran Gandhî mînak da û xwest di serî de Leyla Guven û girtiyên din Gandhî lêkolîn bikin. diyar kir ku Gandhî ketiye grevê lê ji grevê wêdetir ji têkoşîna siyasî re pêşengî kirine û ev jî parçeyeke greva birçîbûnê ye. Her wiha daxwaz kir ku hemû girtî bigihêjin tenduristiya xwe û moralê xwe her tim bilind bigirin. 
 
*Hefteyek beriya hevdîtina ew CPT piştî 3 salan hevdîtinek kir. Birêz Ocalan der barê vê de tiştek bi we re parve kir? 
 
Me pirsî wî jî serdana CPT erê kir û tiştekî din parvenekir.
 
*Deklerasyona 7 xalî ya ku Abdullah Ocalan behsa wê dike, nîqaşkirina wê ya di rayagiştî ya Tirkiyeyê de çi îfade dike?
 
Birêz Ocalan di her du hevdîtinan de jî îfade kir ku jihevkirin û globalkirina kûr ya di civakê de şopandiye. Bi taybetî diyar kir ku divê têkiliyên Tirk-Kurd bên başkirin, pêşî li birînên kûr bê girtin. Der barê têlikiyên Kurd-Tirk de ji Melezgîrtê heta dema Komarê mînak da û got Kurd bê Tirk nabin, ew ji bo aştiyeke bi rûmet têdikoşe,divê ji aliyê Tirkiyeyê ve jî îradeyek wisa derkeve holê. Di metna 7 xalî de Birêz Ocalan ji bo pêkhatina aştiyeke bi rûmet û demokratîk rêbaza pêkan datîne holê. Divê her xal cuda cuda bê nîqaşkirin û fêmkirin. Grevê birçîbûn û rojiyên mirinê bi banga wî bidawî bûn. 
 
*Di peyama Abdullah Ocalan de bi taybet pêvajoya 2013’an derket pêş. Çima balê dikişîne ser pêvajoya çareseriyê ya di navbera salên 2013-2015’an de?
 
Balkişandina ser 2013’an hewayeke civakî ya piştî danezana Newroza 2013’an derketiye holê ye. Bi awayekî aşkera îfade dike ku niha pêvajoyeke wisa tune.
 
*Der barê geşedanên Sûriyeyê de jî sernav hebûn. Nirxandinên Abdullah Ocalan di vê mijarê de çawa bûn, hûn dikarin hinek vebikin?
 
Îfadeyên Birêz Ocalan yên der barê Bakurê Sûriyeyê de li hemû cîhanê deng daye. Gelek xwezayî ye ku ev wisa be. Birêz Ocalan di mijara yekitî û demokratîkbûna Sûriyeyê de pêşniyarên çareseriyê yên mayînde datîne holê. Îfade kir ku nêzîkatiya xwe ya di vê mijarê de di parêznameya xwe ya 5’emîn de vegotiye.
 
*We îfade kir ku der barê siyaseta demorkatîk de jî nirxandinên wî hene. Hûn dikarin hinek din vê mijarê vebikin?
 
Dema nîqaşên xwe yên der barê greva birçîbûnê, rojiya mirinê û xala 7 metnî de kir, nirxadinên siyaseta demokratîk jî kir. Kûrbûna pirsgirêkên siyasî û civakî, berpirsyariya siyaseta demokatîk dît. Îfade kir ku kesên bi rastî siyasetê dikin tune, pêşî ji gel re nayê kirin, grevên birçîbûnê jî der barê vê qelsiyê de pêk hatine.
 
*We parvekiribû, di her du hevdîtinan de jî Birêz Ocalan behsa destana Mem û Zîn kiribû, hûn dikarin hinek vekin?
 
Parêzerên çibûn hevdîtinê ji ber Cizîrîbûn, ji Mem û Zîn mînak dida. Birêz Ocalan Mem û Zîn wek trajediya têkçûna feodaliyê, êşa nedemokratîkbûnê nirxand. Îfade kir ku ev nivîsên siyasî ne û divê evîn jî rast be. Digot têkiliyên sexte û hev dixapînin, li her derê tên dîtin.