Amedakariya dayikan a ji bo Cejna Remezanê

  • 09:04 1 Hezîran 2019
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Dayikên Kurd ên li Helebê ji bo Cejna Remezanê amadekariyên xwe dikin. Jinên ku amadekariya Cejna Remezanê dikin dibêjin:"Em dixwazin ev Cejna Remezanê bibe wesîleya aştî û azadiya Gelê Kurd."
 
Jinên ku li dijî modernîteya kapîtalîst  sekinîne û her tim bi destê xwe yê afrîner berhemên ku ji dê û bavan girtine parastine, hem kevneşopiyê didin jiyîn û hem jî qada civakî ava dikin. Niha jî jinên Kurd hewl didin ku çanda xwe biparêzin û di cejnên xwe de kevneşopiyên xwe bidin jiyîn. Bi boneya Cejna Remezanê jinên Kurd ên li Taxa Şex Meqsûdê ya bajarê Helebê, amadekiriyê dikin. Jinên Kurd ên li Helebê beriya cejnê kumbe, xirêbe, şêrînok çê dikin, şekir digirin û paqijiya cejnê dikin. Kinca ji xwe û zarokên xwe dikirin. Zarok di cejnê de kincên xwe yên nû li xwe dikin û bi kêfxweşî şekiran didin hevdu. 
 
'Em dixwazin em her dem bi rûyekî xweş cejnê xwe pêşwazî bikin'
 
Verjîn Mihemed derbarê amadekariyên cejnê de wiha dibêje:"Ez ji bo cejnê amadekariyên xwe dikim. Ez xirêbe jî çê dikim. Ez xirêbeyê bi 3 kîlo ard, zeyta nebatî, kîlok şekir û ava kûlîlkan çê dikim. Her wiha dema ez kumba jî çê dikim ez şekir, simîd, tasek zeyta nebatî, rûn, reşreşik, vanîlya û kuncî bi kar tînim. Dema ku ez amadekariyên cejnê dikim ez ji dil dikim. Ji bo me kêfxweşiyek e. Em dixwazin em her dem bi rûyekî xweş cejnê xwe pêşwazî bikin."
 
'Tiştê ku bi keda jinê tê çêkirin xweştir dibe'
 
Her wiha dayika Mewlîde Silêman jî anî ziman ku ew hemû jin li hev kom dibin û amadekariyên cejnê dikin. Mewlîdeyê got:"Em jin tên gel hev û  bi hev re bi awayekî komînal û kolektîf xwarinan bi hev re çêdikin paşê her yek para xwe jê dibe. Em niha dibînin ku  xwarinên bi destan tên çêkirin kêm bûye, ji ber her kes xwarinê hazir ji xwe re tînin, lê wisa nabe her tim. Tiştê ku bi keda jinê tê çêkirin xweştir dibe. Loma keda destan her dem hîn xweş e."
 
'Dayikan her tim kevneşopiyên xwe parastine'
 
Mevlîdeyê wiha dewam kir:"Ji bo ku çand neyê ji bîrkirin em zarokên xwe fêr dikin. Ji bo zarokên me bi wateya cejnê hîs bikin em weke dayik wan kêfxweş dikin, her wiha em wan jî didin fêrkirin da ku çanda xwe ya ji bav û dayikan girtine ji bîr nekin. Dayikan her tim kevneşopiyên xwe parastine û ew ê vê yekê bidomînin."
 
'Em dixwazin ev Cejna Remezanê bibe wesîleya aştî û azadiya Gelê Kurd'
 
Mevlîdeyê bal kişand ser têkoşîna ji bo Efrînê û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em bi hêvî ne ku sala bê em cejina xwe li Efrînê pîroz bikin. 
Em dixwazin ev Cejna Remezanê bibe wesîleya aştî û azadiya Gelê Kurd."