Bi rêya stranên xwe êş û têkoşîna gelê Efrînê ji cîhanê re radigihînin
- 09:02 1 Hezîran 2019
- Rojane
Hesna Muhemed
ŞEHBA - Zaroka bi navê Fatma Hesen a ji Navçeya Bilbilê ya Efrînê ku niha jî li Kampa Serdemê ya Navçeya Ehdas a Şehbayê jiyan û berxwedana xwe berdewam dike, axivî û got: "Em bi rêya stranên xwe êşa gelê Efrînê ji cîhanê re radigihînin."
Zaroka bi navê Fatma Hesen a 11 salî ku bi rêya stranên xwe berxwedana serdemê tîne ziman got:"Me di Efrînê de 58 rojan berxwedana xwe berdewam kir, lê dewleta Tirk zarok û hevalên min qetil dikir ji ber vê em koçberî Şehbayê bûn."
'Çand hebûna gel e'
Fatma li ser jiyana xwe axivî û got: "Jiyana min pir xweş derbas dibe, ez diçim dibistana xwe, piştre ez û hevalên xwe diçin Navenda Çand û Hunerê ya Kampa Serdemê ji bo fêrî çanda xwe bibin. Çimkî çand hebûna gel e."
'Em berxwedana xwe berdewam dikin ji bo vegera Efrînê'
Fatma li ser xwesteka xwe ya stranan re axivî û got: "Nêzî 5 mehan ez fêrî stranan dibim, dayik û mamosteyên min piştgirî dan min ku ez xwesteka xwe pêk bînim. Ji ber vê ez rojane piştî dibistanê diçim waneyê xwe ya stranan dibînim, navê koma me jî 'Hêviyên Serdemê' ne."
Fatma di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser berxwedana gelê Efrînê û wiha got: "Me zarokên Efrînê li Efrînê 58 rojan li berxwe da. Lê dewleta Tirk her tim zarok qetil dikir ji ber vê yekê em bi dara zorê ji Efrînê koçberî Kantona Şehbayê bûn û em berxwedana xwe ji bo vegera Efrînê berdewam dikin."
'Bi rêya stranan em berxwedana Efrînê bi cîhanê re parve dikin'
Fatma herî dawî qala fêrbûna stranên xwe kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Xwesteka min a gotina stranan pir mezin e. Lê xwesteka min li ser vegera Efrînê mezintir e, ji ber vê em bi rêya stranên xwe ji cîhanê re êş û têkoşîna gelê Efrînê parve dikin, em ê jî bi stran û çanda xwe Efrînê rizgar bikin, Efrîn a zarokan e."