ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2019'AN

  • 09:00 1 Hezîran 2019
  • Rojev
*Zaroka bi navê Fatma Hesen a ji Navçeya Bilbilê ya Efrînê ku niha jî li Kampa Serdemê ya Navçeya Ehdas a Şehbayê jiyan û berxwedana xwe berdewam dike, axivî û got: "Em bi rêya stranên xwe êşa gelê Efrînê ji cîhanê re radigihînin." DÎMEN HEYE
 
*Dayikên Kurd ên li Helebê ji bo Cejna Remezanê amadekariyên xwe dikin. Jinên ku amadekariya Cejna Remezanê dikin dibêjin:"Em dixwazin ev Cejna Remezanê bibe wesîleya aştî û azadiya Gelê Kurd." DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Newroz Uysal û Rezan Sarica ku di 22’ê gulanê de bi muvekîlên xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinek saetek û 20 deqeyî pêk anîn, diyar kirin ku di her du hevdîtinan de jî li ser jihevkirin û globalkirina civakê hatiye sekinandin û her wiha gotin Birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyeke bi rûmet û ji bo têkiliyên Kurd-Tirk zirarê nebînin hewl dide.
 
*Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden bi lêv kir ku piştî bidawîbûna grevan li girtîgehan pirsgirêk tên jiyîn û wih agot: “Xwedînbûna şaş, mudaxaleya şaş, rîska jiyanê bi xwe re tîne, zirarên mayînde dikare bihêle. Li nexweşxaneyên girtîgehan ev pêvajo nayê temamkirin.” 
 
*Endama SKM’ê Hatîce Denîz Aktaş diyar kir ku dema  li dijî sûcên îstîsmara li hember jin û zarokan dadikevin kolanan, rastî astengiya hêzên dewletê tên û got: “Hêza ji bo me vediqetînin, ji 3’yan yek ji bo tecawizkaran veqetanda, wê wisa nebûna.”
 
*Hat îdiakirin ku li herêma Omeryan A bi qedexeya derketiNA derve, pevçûn û şewata daristanan tê rojevê, welatî ji ber droneyên bi şev digerin, nikarin ji malên xwe derkevin û sîxurtî li wan tê ferzkirin.