Ekîn Ceren li ser gora xwe hat bîranîn

  • 15:37 31 Gulan 2019
  • Rojane
ENQERE - Ekîn Ceren Dogruak (Amara) ya PKK'yî ku li Herêma Federal a Kurdiystanê di ecncama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da li 14'emîn jidestdayîna jiyana xwe de bi kulîkên ku ji wan hez dikir hat bîranîn. 
 
Ekîn Ceren Dogruak (Amara) ya PKK'yî ku li Herêma Federal a Kurdiystanê, di 31'ê Gulana 2005'an de di encama qezaya treafîkê de jiyana xwe ji dest da li ser gora xwe hat bîranîn. Di bîranîna li Goristana Karşiyakayê ya ji bo Ekîn Cerenê de dayika wê Hulya û Bavê wê Nusret Dogruak, hevalên wê yên dibistanê û rêxistina HDP'ê ya bajarê Enqereyê cih  girtin. Li Ser gora Ekînê bi kulîlkên ku ji wan hez dikir û qurnefîl hatin danîn. 
 
'Em ê têkoşîna wê berdewam bikin'
 
 Di bîranînê de Avnî Kalkan axivî û diyar kir ku ew salê carekê jî be tên ser gora Ekînê lê ew her dem di dilê wan de ye û wiha berdewam kir: "Me Ekînê ji bîr nekiriye û em ji bîr nakin jî.  Em ê têkoşîna wê bidomînin."
 
'Keça min a evîndar çiya'
 
Bavê Ekînê Nusret Dogruak jî diyar kir ku bêrîkirina wî her roja diçe zêdetir dibe û ev tişt got: "Keça min ya daelal kulîlka  dayika xwe, keça bahrê evîndar çiya, Ekîn Cerena me em gelek ji te hez dikin. Em gelek bêriya te dikin."