'Kurdê jinek jêhatî û fedakar bû'
- 15:23 31 Gulan 2019
- Rojane
Nesrin Hesin/ Viyan Said
ŞENGAL - Jinen Kurd ên Êzîdî sersaxî ji bo Cigîra Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Kurdê Elî Izêr a demekê ji ber nexweşiya xwe dihat dermankirin û jiyana xwe ji dest da, xwestin.
Jinen Kurd ên Êzîdî sersaxî ji bo Cigîra Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Kurdê Elî Izêr a demekê ji ber nexweşiya xwe dihat dermankirin û jiyana xwe ji dest da, xwestin. Jinên ku sersaxî xwestin gotin:"Kurdê jinek jêhatî û fedakar bû. Em ê her wê bi dilekî germ bi bîr bînin."
'Em ê her dem wê bi xweşî bi bîr bînin'
Xoxê Cindî hestên xwe wiha anî ziman : “Di serî de em sersaxiyê ji malbatê dixwazin. Piştî fermena 3'ê Tebaxa 2014'an jinên Êzidî ketin nav kar û xebatê. Kurdê jî cihê xwe di nava Tevgara Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ girt û ji bo ji dil xebitî. Dijmin her xwest ku hêza jinê îradeya jinê tune bike. Hevala me Kûrdê her dem li dijî vê zihniyetê li berxwe da. Gelek xebat li Şengalê meşand. Em ê her dem wê bi xweşî bi bîr bînin."
'Kurdê jinek jêhatî û fedakar bû'
Hane Elyas jî wiha got:"Di destpêkê de em sersaxiyê ji malbata hevala xwe Kurdê dixwazin. Hevala me Kurdê jinek serkeftî û jêhatî bû. Kedek mezi da. Bi rastî jî em pir bi şehadeta Kurdê êşiyan em dibejin rehma xwedê li wê be. Em tu caran cihê hevala xwe vala nahêlin. Ji ber weka me cihê xwe di her karî de digirt. Kurdê jinek jêhatî û fedakar bû. Em ê her wê bi dilekî germ bi bîr bînin."