Bedîa Ozgokçe: Em rûyê Wanê ne

  • 13:29 31 Gulan 2019
  • Rojane
WAN - Nûnerên ku Wanê di Meclîsa Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê de temsîl bikin hatin hilbijartin. Di civînê de Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, wiha got: "Em wan in, em rûyê wanê ne û em ê ji bo pêşeroja Wanê bixebitin."
 
Endamên ku di Meclîsa Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) nûnertiya Wanê bikin, di civînê de hatin hilbijartin. Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Bêrîvanê hat li darxistin. Hevşeradarên Wanê û navçeyên Wanê û endamên meclîsa şaredariyê tevlî civînê bûn û civîn ji hêla Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozggkçe Ertan ve hat bi rêvebirin. 
 
Ji ber ku nifûsa Rêya Armûşê, Tuşba, Erdîş û Artemetê ji 100 hezarî jortirin, bûn endamên TBB'yê, her wiha 8 kes jî di civînê de hatin bijartin. Hevşaredar Bedîa, di dawiya civînê de axaftineke kurt kir û wiha got: "Piştî hilbijartinên herêmî me dest bi xizmetê kir. Dema em xizmetê dikin em cudahiyê naxin di navbera kes û taxan de. Hilbijêrên me bila me bawer bin. Em Wan in, em rûyê Wanê ne û em ê ji bo pêşeroja Wanê bixebitin."