'Xweza hemû pedîviyên mirovan pêk tîne'
- 09:10 31 Gulan 2019
- Rojane
ŞENGAL - Xweza û mirovahî bi hezaran sal di nav ahengek mezin de dijîn. Mirov hemû pedîviyên xwe ji xwezayê pêde dike, berhemên xwezayê feyzê dide mirov. Gelek pêdiviyên xwezayê yên ji bo mirovan ji bo tenduristiyê gelek baş e. Li gel gelek gihayên xwarinê gelek gîha ji bo nexweşiyan baş in. Jina bi navê Axîn Qamişlo ya ji Şengalê têkildarî mijarê de wiha dibêje:"Ji ber ku êdî hemû tişt madeyên kîmyewî di nava xwe de dihewîne ev yek zirarê dide mirovan. Loma dermanên xwezayî ji bo tenduristiya mirovan baştir e. Xweza hemû pedîviyên mirovan pêk tîne. Loma divê em li xwezayê xwedî derkevin."
Dibe ku li gorî destpêka mirovahiyê êdî dermanên xwezayî nayên bikaranîn û çêkirin. Lê hîn jî ev çanda çêkirina dermanên xwezayî didome. Yek ji wan kesên ku dermanê xwezayî çêdike û li ser lêkolîn dike jina bi navêAxîn Qamişlo ye. Axînê derbarê vê yekê de wiha dibêje:"Dermanên xwezayî ji bo tenduristiyê baştir e. Loma divê em girîngiyê bidin çêkirina dermanên xwezayî."
'Divê em xwezayê biparêzin'
Axînê diyar kir ku divê xweza bê parastin û wiha got:"Dermanên ku em çêdikin ji xwezayê tê çêkirin. Di destpêka mirovahiyê de jî dermanên xwezayî dihatin bikaranîn. Em jî gihayên nas dikin kom dikin. Yên ku em nas nakin jî dixwazin nas bikin. Her giha nabe derman û nayê naskirin. Em jî li gorî vê nas dikin û lê digerin. Kijan giha li ku çêdibe em nas dikin li gorî vê jî lê digerin. Hinek giha hene li daristan, zozanan şîn dibin. Hinek jî hene yê avî ne li cihê av lê zêde ye şîn dibe. Em hemû gihayan li ber tavê kom dikin lê li ber siyê zuha dikin. Her gihak taybetmendiyê wê cuda ne. Hinek bi serê xwe dibin derman hinek jî bi gihayên din tên tevlîhevkirin. Ji ber ku em ji xwezayê fêdeyê digirin divê em her dem xwezayê biparêzin."
'Edî dermanên xwezeyî hîn zêdetir tê tercîhkirin'
Axînê wiha dewam kir:" Cudahiya dermanê xwezayî jî ji navê wê jî diyar dibe. Ji ber xwezayî ye em zêde giranî didin van dermanan. Dermanên din yên ku tên kirîn gelek madeyên kîmyewî tê de hene. Bandorên dermanên kimyewî gelek in. Ji ber vê jî yên xwezayî baştir e. Dermanên tên kirîn bandora xwe cuda li ser mirovan dike. Dermanên kîmyewî divê heta ji destên me bê em kêm bi kar bînin. Heger bê karanîn jî divê di bin kontrola bijîşkan de be. Ji ber ne xwezayî ye bandorên cuda li ser mirovan çê dike û nexweşiyên cuda derdikevin. Em dikarin bêjin her tiştên zêde tê bikaranîn zirara xwe heye. Lê dermanên xwezayî em bizanibin bi kar bînin tu zirara wan nîne. Ji ber dermanên kîmyevî nexweşî her diçe zêde dike edî dermanên xwezayî hîn zedetir tê tercîhkirin."
'Xweza hemû pedîviyên mirovan pêk tîne'
Axînê diyar kir ku li her herêmekê gihayên cuda hene û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Li her herêmekê gihayên cuda hene. Gorî ax û çiyayên wê gihayên wê jî cuda şîn dibe. Cihên avî, daristan û zozan gihayên wê jî cuda ne. Niha li çîyayên Şengalê jî gelek gihayên cuda û ji bo tenduristiyê jî baş in hene. Me niha li vir 15 cureyên giha kom kiriye. Em hişk dikin û em ê dest bi çêkirina dermanan bikin. Giha li cihên sî û hênik tên hişkkirin. Ji ber li çiya şîn dibin, gelek gihayên paqij in. Ji ber ku êdî hemû tişt madeyên kîmyewî di nava xwe de dihewîne ev yek zirarê dide mirovan. Loma dermanên xwezayî ji bo tenduristiya mirovan baştir e. Xweza hemû pedîviyên mirovan pêk tîne. Loma divê em li xwezayê xwedî derkevin."